Li Rimêlan şahiya 19'ê Tîrmehê
12:14
JINHA
RIMÊLAN - Bi wesîleya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê di bin dirûşmeya "Bi ruhê şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê Sûriyeke Federal û Demokratîk ava bikin" li bajarokê Rimêlan şahiyek hate lidarxistin.
Li navenda TEV-Çand a Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a Girkê Legê, bi boneya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyek hate lidarxistin. Bi sedan welatiyên kurd û ereb ji hemû bajarên Kantona Cizîrê di şahiyê de amade bûn. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, hevseroka Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî, Desteya Parastinê Rêzan Gulo, ji Dîwana Zagonsaz Perwîn Muhemed Emîn û hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, Tevahî komên Kantona Cizîrê û Koma Kobanê tevlî şahiya 19'ê Tîrmehê bûn.
Destpêkê ji hêla komên Kantona Cizîrê stranên bi zimanê kurdî û erebî hatin pêşkêşkirin, paşê Koma Botan a Kobanê û Koma Stranên filklorî ya ereb jî çend stran pêşkêş kirin.
Piştî wê hin komên mîna Koma Serhildan a Rimêlan, Koma Cûdî ya Dêrikê, Koma Sakîne ya Qamişlo û Koma Botan a Kobanê derketin dikê û sitiriyan.
Şahî bi coşeke mezin dawî bû.
(rd/hs/zt)