Surmiya ku ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat definkirin
12:33
JINHA
COLEMERG – Surmî Înce ya 55 salî ku li bajaroka Xirvatê ya Geverê ji aliyê polîsan ve hat qetiklirin, hat definkirin.
Di 18’ê Tîrmehê de li bajaroka Xirvatê ya girêdayê Geverê li herêma Hêratun jina bi navê Surmî Înce ya 55 salî ku nan dibir ji zarokên xwe yên giha ji bo sewalên xwe diçînin, ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Cenazeyê wê ji aliyê xizmên wê ve di saetên sibehê de ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmî ya Wanê hat girtin.
Surmî birin mizgefta taxa Mezarlikê û piştî wecîbeyên olî ligel tevlîbûna welatiyan û kirina duayan hat definkirin.
(ekip/hu)