Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan nû kirin
12:40
Tîrmeh
20
/ 2016
JINHA
STENBOL- Parêzer û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan duh ji bo hevdîtinê serlêdan kirin û wan jî gotin ‘dema şertên hevdîtinê ava bûn emê agahî bidin’ û red kirin. Serlêdan dîsa hat kirin.
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûnde têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de fikar zêde bûn û li ser vê parêzerên wî Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç, Faîk Ozgur Erol û malbata wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Serlêdana duh hat kirin ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve bi hinceteta ‘kengî şertên hevdîtinên ava bûn emê agahiyê bidin we’ hat redkirin.
(sy\hu)