Xeyalên 33 ciwanên şoreşger li Kobanê şîndibe
12:41
JINHA
KOBANÊ - Ji bo bîranîna 33'ê Ciwanên Şorşger ku li teqîna bexçeyê Amara yê Pirsûsê hatin qetilkirin, zarokên qampa Miştenur li tirêna Hejano siwar bûn û li nava kolanên bajar geriyan.
Kobanê 33 Ciwanên Şoreşger ku di teqîna 20'ê Tîrmeha sala borî li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tîne. Bi organîzekirina Saziya Yekîtî û Piştigiriya Gelan (SYPG) zarokên qampa Miştenur li tirêna Hêjano swar bûn û li nava kolanên bajar geriyan.
Trêna Hêjano ku ji bo kêfxweşiya zarokan hatiye çêkirin di rojên cejin û pîrozbahiyan de zarokên kantonê lê swar dibin. îro jî zarokên Kobanê lehengên xeyalên xwe bi bîr anîn. Meşa zarokan li qampa Miştenur a penaberan destpêkir li nava hemu kolanên bajar hatin gerandin. Meşa zarokan bi dûruşmeyên 'Şehîdên pirsusê namirin', 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Bijî berxwedana Kobanê' destpêkir. Tren bi wêneyên 33 congoriyên şorşger hate xemilandin. Kelacana dilê zarokan bandor li hemu niştecihên bajarjî kir her ciyê ku zarok tê re diborîn gel ew bi coşeka mezin pêşwazî kirin. Piştî gera li nava bajar meş li kampa Miştenur bi dawî bu.
33 ciwanên şoreşger ji bo ji nû ve avakirina Kobanê berê xwe dabûn Pirsûsê û di bin dûruşmeya ‘Me kobanê bi hev re parast, emê bi hev re jî ava bikin’ kombibûn û bi xeyala avakirina pêşeroja zarokan dixwestin derbasê Kobanê bibin. Ji bo xeyala wan di nîvî de nemîne îro li Kobanê bi her awayî ji zarokan re pêşeroj tên avakirin û zarok li ser daxwaza 33 ciwanên şorşger tên perwerde kirin.
(kom/zt)