Ayşe Efendî: Em bi giyana 19’ê Tîrmehê berxwedanê mezin dikin
12:53
JINHA
SILÊMANIYE - Hevseroka TEV-DEM'ê Eyşe Efendî got: “Gelê Rojavayê Kurdistanê li perwerdeya Serok Apo re derbas bûne. Ji bo wê pêşengiya vê şoreşê kirin.”
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayşe Efendî beşdarî konferansa ‘Bi Fikirên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ ya li Silmaniyê bû, der barê tecrîd û girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir.
Ayşe Efendî da zanîn ku fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne tenê ji bo kurdane, ji bo hemû cîhan û mirovahiyê rê vedike. Ayşe Efendî diyar kir ku ev 30 sal in ev gel ji bo vê felsefeyê têkoşînê dike û wiha pêde çû: “Gelê Rojavayê Kurdistanê li perwerdeya Serok Apo re derbas bûne. Ji bo wê pêşengiya vê şoreşê kirin. Felsefeya Rêber Apo li cîhanê belav bû û her ku çû zindîtir bû.”
Ayşe Efendî di dewama axaftina xwe de got ku her çendî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di aliyê fizîkî de hatibe girtin jî lê felsefeya Ocalan di hemû cîhanê de belav bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bang dikin ku hemû cîhan xwedî li Rêber Apo derbikevin, ji ber ku li ser jiyana wî tehlûke hê jî berdewam dike. Bi taybet piştî ku darbeya leşkerî çend roj beriya niha li Tirkiyeyê çêbû, guman û fikarên me li ser jiyana Rêber Apo zêdetir bû.”
‘Rêber Apo jin carekedin zindî kir’
Ayşe Efendî her wiha xwest ku bi taybet jin xwedî li Ocalan derbikevin, ji ber ku Ocalan jin ji nûve zindî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin nîvê cîhanê ne, nîvê cîhanê hişyar kir. Ji bo wê jî divê herî zêde em jin xwedî li Serok Apo derbikevin. Ez bang jî dikim ku tenê bi çalakiyan nabe, divê hewldanên me zêdetir bin, ji bo em Serok Apo azad bikin.”
(zt)