Li Çaldiranê mirina jinekê ya bi guman
13:00
Tîrmeh
20
/ 2016
JINHA
WAN - Li taxa Sarisu ya navçeya Ebexê jina ciwan a bi navê Sema Uca bi awayekî daliqandî hat dîtin.
Li herêma Kevrê Semiya ya girêdayî taxa Sarisu ya navçeya Ebexa Wanê, jina ciwan Sema Uca (18) di tawanê malê de daliqî hat dîtin. Cenazeyê Sema ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.
Der barê buyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
(zt)