KJK: Şoreşa Rojava bi keda mezin a jinan hat avakirin
13:55
JINHA
BEHDÎNAN - Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand û got: "Gelê Kurd ê li Rojava, ji bo bi sîstemkirin û mayîndekirina derfetên azadiyê yên bi şoreşa Rojava ve şênber bûne, bi coş û fedekariyeke mezin bi erka xwe ya şoreşgerî rabûye."
Koordînasyona KJK'ê salvegera 4’emîn Şoreşa Rojava li hemû gelên Kurdistanê û herêmê pîroz kir û got: "Em şehîdên şoreşa Rojava bi rêzdarî bibîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re careke din nîşan didin. Xeta lehengan a berxwedana azadiyê ku bi Slavan destpê kir, bi Arîn û Revanan gihaşt asta herî bilind a fedayîtiyê. Bi Varşîn, Viyan, Gelhat, Rûbar, Gulan û Ebû Leylayan dildariya azadiyê di nava berxwedanê de şênber bûye. Ya ku di şexsê şehîdên Rojava de şênber bûye, ruhê dilsoziya bi fedayîtî ya bi gel û azadiyê re ye. Wan Şoreşa Rojava, weke destaneke azadiyê ku mirovahî tev bûne heyranê wê, nivîsandin. Û bi saya wan, şoreşa Rojava weke vîneke têk naçe ya gel navê xwe li dîrokê nivîsandiye."
Koordînasyona KJK'ê diyar kir, Şoreşa Rojava pêk hatina hesreta azadiyê û bicihhatina vîna rêvebirina xwe bi xwe ya gelê Kurd e. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Şoreşa Rojava nîşan daye, ku bêyî dewlet û desthilatdariyê, bêyî amûrên civakê talan dikin, bê çawa civak dikare xwe bi pîvanên demokratîk bi rê ve bibe. Ji roja pêkhatina şoreşê heta niha, gelê Kurd ê li Rojava ji bo bi sîstemkirin û mayîndekirina derfetên azadiyê yên bi şoreşa Rojava ve şênber bûne, bi coş û fedekariyeke mezin bi erka xwe ya şoreşgerî rabûye. Di heman demê de ji bo avakirinee civakî ya azad û demokratîk, di serî de gelê li Bakurê Kurdistanê tevahiya gelê Kurdistanê dest dane hev û ji bo serketina şoreşa Rojava ya ji dest hatiye kiriye. Bi vî ruhê berxwedana hevpar re Şoreşa Rojava di heman demê de şênberiya ruhê yekîtiya neteweyî ye. Wekî din, ruhê berxwedanê yê li Kobanê û tevahiya berxwedana Rojava şênber bû, bala hemû cîhanê kişandiye ser xwe û Rojava bûye qadeke ku her kesên alîgirê azadiyê lê li hev bicivin.
'Şoreşa Rojava şênberbûna rihê yekitiyê ye’
Şoreşa Rojava di destpêkê de bi keda mezin a jinan ava bû. Jinên ku bi hezaran salan hesreta azadiyê ne, di nava şoreşa Rojava de azadiya zayenda xwe dîtin. Ji avakirina sîstema civakî heta parastina şoreşê, jin bi bawerî, ked û fedekariyeke mezin bi erka xwe ya şoreşgerî rabûne. Di şoreşa Rojava ruhê jinê yê ber bi azadiyê ve dimeşe, şênber bûye. Ya ku şoreşa Rojava dike şoreşa jinê ev e. Ruhê azadiya jinê yê di nav şoreşa Rojava de şênber bûye, nîşaneya têkneçûn û serketina şoreşa Rojava ye.
Hêzên navneteweyî û hegemon ên herêmî yên azadbûna gelê Rojava weke xeteriyekê li hemberî xwe dibînin, di serî de dewleta TC, weke amûreke êrîşê çeteyên DAIŞ'ê li hemberî şoreşa Rojava bi kar anîn û xurt kirin. Li hemberî vê yekê, bi taybetî di berxwedana Kobanê de vîna çeteyên DAIŞ'ê hat şikandin. Paqijkirina Rojavayê Kurdistanê gav bi gav ji DAIŞ'ê, destanbûna dildariya azadiyê ya gelê Kurd bi berxwedanê re ye. Berxwedana bi ruhê hevpar ê civakê li dijî DAIŞ'ê, ji ciwanan heta extiyaran, heta dayikan xweparastina gelê Rojava ji bo parastina şoreşê, nîşaneya vîna gel a xwedîderketina li şoreşê ye."
'Şoreş bi keda jinê hat afirandin’
Koordînasyona KJK'ê ragihand, Şoreşa Rojava îro bûye hêviya azadiyê ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bi taybetî ji gelê Sûriyeyê re û wiha dewam kir: "Di nava rewşeke kaose ya li Sûriyeyê de, şoreşa Rojava ji bo hemû gelên li Sûriyeyê bû navendekê ku bala her kesî lê ye. Di pêngava Minbicê de ku hê dewam dike, em dibînin gelên herêmê li dora azadiyê bûne yek. Em dibînin; gelên Sûriyeyê yên hêza xwe dikin yek, dikarin her şêwe êrîşan bişikîne û kêlî bi kêlî azadiyê ava dikin. Tê dîtin, jinên ji nava lepên çeteyan rizgar bûne, bi coşeke mezin ber bi azadiyê ve dibezin. Ruhê azadiyê yê gelan, coşa azadiyê ya jinan, ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî. Şoreşa Rojava, nîşaneya şênber a modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk e, ku ev yek tê wateya vîn û rêveberiya gelan, yekîtiya çand, bawerî û neteweyan. Ji ber vê yekê, Şoreşa Rojava cihê ku hêviya azadiyê ya hemû gelan lê digihêje hev e.
Şoreşa Rojava, ku çar sal li dû xwe hişt, heybeta berxwedana gel e. Ev hemû, berhema şehîdên leheng in, ku bi eşqeke mezin a welatparêziyê canê xwe feda kirin. Di salvegera çaremîn a Şoreşa Rojava de em afirîner û parêzvanên şoreşê, şehîdên Rojava careke din bi rêzdarî bibîr tînin. Dilsoziya bi wan re, bi serxistina avakirina şoreşa Rojava ye. Li ser vê bingehê em bang li gelê Rojava, hemû gelên Kurdistanê û dildarên demokrasî û azadiyê dikin, ku têkoşîna azadiyê mezin bikin. Azadiya civakî ya li Rojava destpê kir, wê tevahiya Kurdistanê ronî bike û ji Rojhliata Navîn û hemû civakan re bibe ronahiya azadiyê."
(mg\hu)