Jin nêrînên Abdullah Ocalan dinirxînin

14:06

JINHA

SILEYMANIYE - Li Sileymaniye konferansa "Bi Fikirên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" di roja duyemîn de didomin. Di roja duyemîn a konferansê de hat diyarkirin ku rola Ocalan a li ser têkoşîna jinan girîng û berbiçav e. Hat xwestin ku jinên Başur têkoşîna Jinên Rojava ji bo xwe bikin mînak û pêşeng.

Konferansa "Bi Fikirên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" li Silêmaniyê di roja duyemîn de berdewam dike. Di panela îro de mijara "Pirsgirêka Azadiya Jinê" hat niqaşkirin. Di vê panelê de jinên ji Bakur, Başur, Rojavayê Kurdistanê hatibûn amade bûn. Jinên ji Fîlîstinê hatin pêşkêşkirina xwe kirin û fikrên xwe yên der barê Ocalan de anîn ziman.

Akademisyena Filistinî Zehra Ahmed Muhammed pêşkêşiya panelê kir. Zehra, Ocalan slav kir û diyar kir ku ji ber di konferansek wisa de cih digire pir kêfxweş e. Zehra diyar kir ku ew ji saziya jinan a Fîlîstinê tê û nirxên pir pîroz ên ku Ocalan ji bo fîlîstinê kirine hene. Zehra, da zanin ku fikrên Ocalan ew qas bi hêzin ku tu carî nayên têkbirin.

Parazvana mafên mirovan û Hiqûqnas Sirûd Ahmet jî di panela "Di qada siyasî û civakî de Rudana pirsgirêka jinê" de diyar kir ku Jinên Rojava divê ji hemû jinan re bibin mînak û hemû jin jî divê tekoşîna Jinên Rojavayî ji bo xwe bikin mînak.

Sirûd Ahmed, destnîşan kir ku serdestiya ol jin her dem xistine bin zextan û jinan di malê de hepis dike û wiha got: "Zagon jî nikarin rê li pêş pirzewacê bigirin. Li ser bedena jinê fuhuş, bazirganî û hemû tiştê qirêj tê meşandin. Li Rojhilata Navîn jinek zewicîbe nikare serkeftî be. Mêr naxwazin jin serkeftî be. Dema mirov li profîla Başurê Kurdistanê dinere em dibînin ku jina serbixwe û serkeftî pir lawaz e. Lê dema mirov li Rojava dinere dibîne ku têkoşîn û serkeftina jinan heye. Jin pêşeng û xwedî rol in. Li Başur jî pêdivî bi pêşketinek wisa heye."

Endama Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) Sara Aktaş, jî anî ziman ku hişmendiya fikra mêr bike navend û jinê nebîne heye û wiha got: "Bi tunekirina jinê û serdestiya fikra mêr, îxtîdar pêş dikeve. Îxtîdara mêr li ser tunebûna jinê xwe ava dike. Mêr pênaseya jinê dike û biryar dide ku jin çiye û divê çibe. Mêr wekî fikr û jinê jî wekî beden pênase dike. Herî dawî mînaka DAÎŞ'ê ji vê yekê pênase dike. Rola Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan a di pêşketin û têkoşîna jinê de gelek zêde ye. Aktaş, Birêz Ocalan diyar dike ku bi qasî jin bê pênasekirin ew qas mêr jî tê pênasekirin. Divê jin kirde be. Ger ku jin ne Kirde be civak azad nabe. Ji ber vê yekê tevera azadiyê ji nivîsadina dîroka jinê dest pê dike. Birêz Ocalan bi pêşxistina bîrdozî û felseyefa nû rê li pêş têkoşîna jinê vekiriye."

'Rêber Apo jin kir xwedî vîn û helwest'

Endama Koordînasyona Kongra Star Leyla Reşid Kahraman jî di xala "Li Rojava û Suriyeyê pirsgirêka Jinê û ferqkirina wê" pêşkeş kir. Leyla, diyar kir ku rejîma BAAS heta niha 5 caran zagonên nû saz kirine lê heta niha der barê mafê jinê de tiştek derbas nebûye. Leyla, bilêv kir ku vê hewldana BAAS'ê vîna jinê şikandiye û mirov nikare behsa mafê jinê bike û wiha got: "Di Rejima BAAS'ê de jin nikare xwe bi rêxistin bike. Gelek bûyerên tecawizê pêk tên. Peymanên navneteweyî yek jî pêk nayê. Rêber Apo jin kir xwedi rol û rist. Jina kurd li Rojava di bin şert û mercên giran de dest bi têkoşînê kir. Niha jin di qada siyasî, leşkerî û civakî de pêşengiyê dike. Jina Rojavayî bi pêşxistina Şoreşê peşengiyê ji jinên cîhanê re dike. Ji bo jinên cîhanê bûye heviya azadî û têkoşînek nû."

Konferans didome.

(zt)