Heyeta Îmraliyê: Ewlehiya Ocalan nekare bê îhmalkirin

14:59

JINHA

ENQERE - Endamê Heyeta Îmraliyê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, bang li hikûmetê kir ku ji bo heyeteke serbixwe, malbat û parêzer ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biçin giravê dawetî peywîrê kir û ev tişt got: "Ewlehiya Birêz Ocalan mijareke ku bê piştguhkirin nîne."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Îdris Baluken û Pervîn Buldan, piştî demek dirêj, piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê der barê ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de fikarên xwe anîn ziman. Endamên heyetê di salona Koma Meclisê ya HDP'ê de daxuyanî da çapemeniyê.

Onder di axaftina xwe de careke din hewldana derbeyê şermezar kir û ev tişt got: "Li vî welatî aliyên herî zêde êşa derbeyê kişandine, kurd, kedkar, çepgir, sosyalîst û rewşenbîr in." Onder piştrast kir ku yê cara yekemîn navê derbekaran aşkera kiriye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Di vê der barê de ji pêvajoya Osloyê heta niha qala hebûneke paralel dikir. Hatibû diyar kirin ku ev rêxistin di hemû saziyên dewletê de cih digire û ji bo tasfiyeya vê divê bi lezgîn hemleya demokrasiya radîkal bê destpêkirin."

Onder axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di hemû hevdîtinên li Îmraliyê de qasî 15 deqan li ser van xetereyan disekinî û bêdengiya saziyan a li hemberî vê nêzikatiyê gelek caran rexne dikir. Me îro jî dît ku heke hişyariyên Birêz Ocalan li ber çavan bihatan agirtin dê demokrasiya me ew qas zerareke mezin nedîta. Berê jî hevdîtinên aştiyê ji hêla vê tevgerê ve hat sabotekirin. Operasyonên KCK'ê yek ji van bû."

'Divê demildest hevdîtin bên kirin'

Onder li ser nûçeyeke îro di rojnameyekî de hatibû weşandin de û hatibû gotin ku derbekaran xwestiye Ocalan bikujin jî rawestiya û wiha pêde çû: "Em jî wekî partî di serî de heta niha tînin ziman ku kesekî ew qas derbekaran teşhîr bike, divê ewlehiya wî bi awayekî îvedîk bê destgirtin, heke li wir nêzikatiyeke şaş pêk bê dê Tirkiye bikeve riyeke jê ne veger. Divê demek ji ya din zûtir mafê hevdîtina malbat û parêzeran bê sazkirin. Me wekî heyeta Îmraliyê agahî ji dewletê girtin, ev têrê dike? Na. Divê demek ji ya din zûtir hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin."

(gc\hu)