'Heya em bigihên jinan wê meşa me berdewam bike’
15:56
JINHA
MÊRDÎN – Ji heyata ku diçû Nisêbînê û rastî şîddeta polîsan hatî Endama Rêvebira Lijneya KJA’yê Zeynep Altinkaynak diyar kir ku dê li hember hemû êrîşên hêzên dewletê xwe bi gihîjin jinên Nisêbînê.
Piştî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji rayedarên dewletê daxwiyaniyên ‘qedexeya derketina kolanan bi dawî bû’ hat heyeta ji KJA, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlemêntera HDP’ê Gulser Yildirim, Leyla Birlîk, jinên DBP û HDP’ê û rexistinên jinan pêk dihat ber bi Nisêbînê ketin rê. Jinên di heyeta li Nisêbînê rêya wan ji aliyê wesayîtên zirxî hat qutkirin û rastî darp û êrîşên zayêndî hatin. Rojnemêgerên ku heyet dişopandin hêzên dewletê berê wan dan diwaran û rastî lêgerîna berfireh hatin. Jinên ku rastî êrîşa polîsan hatin ji nava bajêr hati derxistin.”
'Em ji wesaîta hati daxistin û rûyê me dan dîwar’
Parlemêntera HDP’ê Gulser Yildirim diyar kir ku dema ew ketin Nisêbînê rastî tu astêngiya nehatin û li me komplo hat kirin û ev tişt anî ziman: “ Serê sibehê ez bi parlemêrter Alî Atalan re axivîm ji min re gotin ku ewê li Navênda Çanda Mezopotamya Mîtannî li benda me bin. Piştî wê em çûn û di ketina Nisêbînê kontrol kirina nasnama hebû, tu astêngî derneket. Dema em hatin ber dibisatana Cumhuriyêtê nêzî 10 wesaîtên akrêp tîmên teybet em dikarin bêjin wek darbêyê bû li me hat kirin. Bi hişmendiya darbe pêşiya me hat girtin û êrîşî wesaîtên me kirin. Dema em ji wesîtan hatin daxistin berê me dan dîwar û em rast van pêkanînan hatin.”
'Pêkanîn li parlemêntera hatî kirin bi dijminatî bû’
Gulserê bi lêv kir ku wan di nava darbê de darbe jiyan kirinê û wiha berdewam kir: “Li me gefên wek ‘kê gotiye werin vir’ ‘ hun çawa dikarin werin Nisêbînê’ ‘parlemênter kî nê’ li me xwarin.” Gurserê da da zanîn ku dema wan gotiyê em parlemênterin hîn behtir rastî êrîşan hatinê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Li hember me hemûyan êrîş pêk anîn. Em xistin rêz û berê me dan dîwan. Dîmenên tiştên me we rojê jiyan kirî nînin ku em êrîşê hêzên dewletê par bikin.”
'Heya em negihîjin jinên Nisêbînê emê meşên xwe berdwam bikin’
Endamad Lijneya KJA ‘a yê Zeynep Altinkaynak jî diyar kir ku ew ji bo jinên Nisêbînê bi diltirsin, piştî 19’ê tîrmehê ku rayêdarên dewletê ‘qedexeya derketina kolanan’ li kirin ew berbi Nisêbînê ketin rê. Zeynepê dest nîşan kir ku di têkîna Nisêbînê du jinan jiyana xwe ji dest dayê û wiha dom kir: “ Dema polîsan em ji wesaîta daxistin em rastî gotinên wan ye zayêndî hatin û li me gef xwerin. Xwestin lêgerîna ji heyeta 50 jinî pêk dihat mêr lêgerîn bikin lê me destur neda û me xwest ku polîsên jin bên. Polîsên jin lêgerîna bi awayekî rencîde kirin.”
Zeynep ê anî ziman ku ew ê hertîm li gel jinên Nisêbînê bin û wiha axaftina xwe ber bi dawî bir: “ Ka jinên Nisêbînê rastî çi zehmetiyan tên? Jib o ku tu rageşî dernevê em vegêriyan. Heya em negihîjîn jinê Nisêbînê û em bi temanî dorpêça Nisêbînê ranekin em ê meş û xebatên xwe berdewam bikin. Tu car nikarin me bi gefa bitirsînin û heya îro em çavtirsî nekirinê ji îro pêde em çavtirsî nabin.”
(ea-ce\dt-hu)