Karê herî zehmet her tim ji jinan re dikeve

09:02

Şehriban Aslan / JINHA

AMED - Jin ji bo zivistana gundan bi keda destê xwe amedekariyê dikin. Jinên li gundê Kerxê ya Bismilê karê herî zehmet dikin, kîsên kayê yên giran bi kîlometrêyan dikşînin ambaran.

Jinên gund jiyana xwe bi rexistînî berdwam dikin û jin li qadên jiyana gund keda herî mezin didin. Jin qadên jiyanê ava dikin û hilberîne dikin. Li gundan karê herî zehmet ji jinan re dimînê.

Jinên li gundê Kerxê ya navçeya Bismila Amedê jiyan dikin ji niha de amedekariya zivistanê dikin. Jin li ber bênderan dest bi dagirtina kîsên kayê dikin. Sadiye Guler a ku bi kîlometrêya kîsên kayê dikşînê embara got: "Karê me pir zehmetê lê ji bo ku em bi xwe hildibêrînin xweş derbas dibe."

'Karê dagirtinê kayê karêkî pir zehmetê'

Sadiye yê diyar kir ku ew serê sibehê dest bi kar dikin û heya evarî nasekinin û wiha berdewam kir: "Wek îro me saet ji 05.00' an destpêkiriyê û niha saet 12.00 ye lê hîn jî karê me berdewam dike. Me hêj taştê jî nexwariye. Karê dagirtina kayê karêkî pir zehmete. Bi teybetî kesên ku li wan nexweşiya astim hebe pir zehmetiyê dikşînin. Astima min jî heye lê ez neçarim kîsê kayê dagirim. Ji bo toza kayê ez her tim dikuxin. Aliyê din ye dagirtinê , toza wê canê mirov dixwrîne."

'Jin pir dixebitin'

Sadiyeyê da zanîn ku jiyana gunda pir kedê dixwazê lê bês ew hawaya gund û jiyana tenduristiya gunda bi tu tişt na guherê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em li nav baxçe û zeviyan dixebitin û em jin dihilberînin. Jin li gunda hilberîne dikin û jiyana xwe bi xwe avadikin. Em û xweza bi hevrê jiyan dikin. Ez hewa ya gund ya paqij na guherim bi tu tiştî. Em li nav zeviyan wek îsot, xiyar, balîcan û hemû tiştan em kom dikin. Navê mêr derketiyê dibêjin 'mêr karê giran dikê' tiştek wiha nine. Karê herî giran jin dike.

(dt-hu)