Jin wê kolanan terk nekin!

09:03

JINHA

STENBOL - Piştî Ku çalakiyên dij darbeyê veguherin çanda lîncê şûnde êrîş û şîdeta li hemberî jinê jî zêde bû. Hulya Osmanagaoglu diyar kir ku desthilatdarî jinên rêxistinkî yên ne rêxistinkirî, jinên ji mala xwe diçin karê xwe, yên ji bo gerê derdikevin kolanê, hemûyan asteng dike û jin wê li dijî vê kolanan terk nekin.

AKP ya ku li Tirkiyeyê piştgiriya herî mezin dide pergala serdest ya mêr, di desthilatdariya xwe ya 13 salî de polîtîkayên xwe yên zayendperest yên pêş xist, derxist kolanê. Mêrên ku piştî hewldana darbeyê daketin kolanan û qêrînên serkeftinê kirin, jin jî hedef girtin. Pîrozbahiya wan ewqas mezin bû ku, jin jî derb kirin.

AKP'ê û serokkomar heta niha bi polîtîkayên xwe gotin destpêkê li jinan bidin. Tayyîp Erdogan di dema serokwezîrtiya xwe degot ew bi wekheviyê bawer nake û wezîrê tenduristiyê jî gotibû 'jina rastî tecawizê bê wê dewlet li zaroka wê binere. Dema gotinên zayenperest hat gotin bê guman pratîka di civakê de jî mafê jinan nas nekir.

Herî dawî jî bi Peymanên KarkerênKirê û Buroyên Îstîhdama Taybt jin ji qada îstîhdamê hatin dûrxistin û ji kolanan hatin dur xistin.

'Jin li malên xwe bi fikarin'
Jinên ku heta niha bedelên mezin dan gotin 'ew şevan jî kolanan jî terk nakin' û têkoŞîna xwe bilind kirin. Yek ji van jinan jî nivîskar wergervan, femînîst Hulya Osmanagaoglu ye. Hulyayê got ew gotinên 'gel ji bo demokrasiyê derket kolanê' qebûl nake û diyar kir yên derketine kolanê çeteyên faşîzan yên AKP'ê ne û wiha got: "Bi taybet jin di hawira şîdetê de nekarîbûn derkevin derve. Jin li mala xwe bi fikar bûn."

'Ji bo jinan jiyan zehmetire'

Hulyayê got divê şîdetê de jin kêm derketin kolanan û wiha berdewam kir: "Bêguman ne xema AKP'ê ye. Jin di qada cemawerî de jî nayên qebûlkirin. Yên daketin kolanan çeteyên çekdar yên zayenperest û homofobîk bûn. Têkoşîn û tevgera jinan wê van rojan derbas bike. AKP ev darbe kir hincet û dixwaze hemû têkoşînên azadiyê biçewisîne. AKP dixwaze pêşî li jinan bigire."

'Em kolanan terk nakin'

Hulyayê di dawiya axaftina xwe de got wê li dijî serdestiya mêr têkoşîna wan berdewam bike û got divê têkoşîna jinê bê bilind kirin û bêjin 'em kolanan terk nakin'.

(ck/hu)