Jinên Şirnexê: Em ê bibin paşhatiyê zarokên xwe
11:41
JINHA
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê yên ku li hember polîtîkayê koçkirinê di konan de dijîn gotin, "Berxwedana me bi dawî nebû. Em ê bibin paşhatiyê zarokên xwe. Agirê ku wan pêxistî wê venemire."
Li Şirnexê ji heyva Tebaxa 2015'an de piştî gel xweseriya xwe îlan kir, hêzên dewletê li bajêr qedexe îlan kir. Her şev taxên berxwedanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin bombe kirin. Gel li hember êrîşan bi tilîliyan berxwedan û hêzên dewletê li hember vê berxwedanê gav pişte avêt. Li ser vê yekê dewleta Tirkiyê di 14'ê Adarê de li Şirnexê her derî 'qedexeyê derketinê' îlan kir û êrîşên xwe bi çekên giran berdewam kir. Li ser vê yekê gel bi zorê neçarî koçberiyê hat kirin. Li hember polîtîkayê dewletê yê koçberkirinê gel bi berxwedanek mezin ev 136 rojin ber xwe didin. Her çiqas rayedarên dewletê daxuyaniya ku qedexe rabûye dabe jî hîna ketin û derketina Şirnexê qedexeye.
Welatiyên Şirnexê li hember vê rewşê bertekên xwe wiha nîn ziman, "Ev nêzî saleke ku taxên me ji aliyê hêzên dewletê ve tên bomberandin. Bi hînceta ku li taxan gerîlla heye êrîşê taxan dikin, li wan taxên ku êrîş çêdibûn em û zarokên xwe hebûn. Niha tu kes di nava Şirnexê de nîne çima Şirnex hîn jî ketin û derketin qedexeye?."
'Ciwan taxê ji dijmin parastin'
Adîlê Kulter ya ku li gundê Balveren di konan de berxwedide got, "Dema nû li Şirnexê qedexe hat îlan kirin me nexwast ku em ji malên xwe derbikêvin. Ji ber ku hêzên me hatibûn me bi parêzin. Dema me ji dev wan qeriya ez gelek xemgînbûm. Hemû zarokên me bûn û rastî zilma dewletê hatin. Zarokên me ji bo qatlîmên nû çênebin tedbîrên xwe girtin.”
'Ev nêzî saleke qedexe berdewam dike’
Adîleyê da zanîn ku ev nêzî saleke dorpêça hêzên dewletê berdwam dikin û wiha axaftina xwe domand, "Dewletê di fermiyetê de ev 4 mehin li Şirnex qedexe îlan kiriye. Em saleke dibin dorpêçên dewletê de jiyan dikin. Bi hînceta li taxan gerîlla heye tax xirakirin. Me bersiva bomberanê bi tilîliyan dida. Eger operasyon bi dawî bûne çima Şirnex nayê vekirin ku em herin taxên xwe?."
'Ev berxwedan wê berdewam bike’
Sabriye Katar jî got wiha got, “Em paşhatiyên zarokên xwe yên ku şehîd ketin in. Em ê bibin berdewama têkoşîna zarokên xwe. Bila tu kes kêyfxweş nebe. Têkoşîn dewame. Em tu car destûr nadin ku têkoşîna zarokên me didan meşandin ser be girtin. Em paşhatiyên agirê ku zarokên me vêxistine. Em ê tucar şehîdên xwe jibîrnekin. Em berxwedana wan silav dikin.”
(aı-sg/dt/rc)