'Ez dixwazim cenazeyê kurê xwe bigirim’

12:26

JINHA

MÊRDÎN – Cenazeyê Abdullah Ak yê 18 salî ku li Nisêbînê di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest hîna ji aliyê malbatê ve nehatiye girtin. Dayika wî Aytenê got: “Cihek vebe emê cenazeya xwe bigirin.Dema serê xew didim ser nivînê dibêjim gelo li kuye, li kolanê ye, gelo tiştekî bedena wî xwariye.”

Li Nisêbîna Mêrdînê ji meha Adarê û vir de ‘qedexeya derketina kolanê’ pêk tê û berxwedan gel jî berdewam dike. Cenazeyê Abdullah Ak yê 18 salî ku di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest da jî hîna ji aliyê malbatê ve nehatiye girtin. Dayik Ayten Akê diyar kir ku kurê wê li Nisêbînê ji bo xaka xwe têkoşîn meşandiye û wiha got: “Kurê min digot emê vê xakê ji zilm û zegalê xilas bikin. Em tenê tiştekî dixwazin. Em cenazeyê kurê xwe, bedena wî dixwazin.”

Aytenê bi lêv kir ku ew wê cenazeyê kurê xwe bigire û xaka ku kurê wê li ser têkoşîn meşandiye ti car terk nekin. Ayten wêneyên kurê xwe vedişêre û pisîka ku kurê wê mezin kiriye, xwedî dike.

'Y a kefenê sipî, yan jî ji Kurdistanê re azadî’

Abdullah ku bi dirustî û jîrbûna xwe tê zanî, di salên dibistana navîn de polîtîk dibe. Abdullah xwe ji çalakiyên navçeyê dur naxîne û ji dayika xwe re dibêje ‘Ez dest ji vê rê bernadim. An kefenê sipî an jî azadiya Kurdistanê’. Aytenê got: “Abdullah digot emê xaka xwe xilas bikin. Dixwest Nisêbînê azad bike. Abdullah digot ‘ger li Nisêbînê şer destpê bike ez dest ji xaka xwe bernadim û ezê şer bikim.’ Ez dixwazim cenazeyê kurê xwe bigirim.

Aytenê di berdewamiyê de wiha got: “Em ji bo teşîskirina cenazeyê çûn nexweşxaneya Mêrdînê. Me testa DNA’yê da. Min li cenazeyên nexweşxaneyê mêze kir. Kurê min têde tinebû. Kurê min di navbera tiliya xwe ya sereke û nîşaneyê de ala PKK’ê xêz kiribû. li milê wî yê rastî nîşaneya serkeftinê hebû. Tiliya wî ya lingan di bin trînî de mabû. Min ew bi vî awayî teşîs dikir. Tiliya wî jî ji ber polîsan dabû pey wisa bibû. Doktoran gotibû emê tiliya wî jê bikin lê jênekirin. Minê ew wisa binasiya. Em dixwazin cenazeya wî bigirin. Ez dixwazim biçim ber wan têlan bi qêrîm. Cenazeyên me di bodruman, di bin keviran de mane. Ger cihek jî vebe ez dixwazim biçim. Ez dem serê xwe didim ser nivîsê cenazeya wî difikrim. Ne tenê wî hevalên wî jî difirim.”

(ea-ce/hu)