Jinên Rojava 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' dewir girtin
12:28
JINHA
STRASBOÛRG - Çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê, vê hefteyê ji aliyê jinên ji Meclîsa Jinên Rojava ve tê meşandin. Gelek jinên Rojavayî tevî zarokên xwe beşdarî çalakiyê bûn û dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe.
Tevî çalakiyên berfireh ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Nobeda Azadiyê ya li Strasboûrgê jî bênavber dewam dike. Jinên Rojavayî çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê, roja Yekşemê dewr girtin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga xurtkirina berxwedanê li jin û gelê Kurd kirin. Li ser navê koma Meclîsa Jinên Rojava nûnera Meclîsa PYD'ê ya Ewropayê Resmiye Hesen axivî û diyar kir, wan roja Yekşemê bi 5 jin û 4 zarokan çalakî dane destpê kirin û di nava hefteyê de gelek jin beşdar bûne. Resmiye anî ziman, wê jî dest ji karê xwe berda ye û tevî 4 zarokên xwe hatiye Strasboûrgê.
Çalakiya "Nobeda ji Ocalan re Azadî", ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve her roj bênavber tê lidarxistin.
(rc)