KCD ji bo Nisêbînê banga piştevaniyê kir

12:30

JINHA

AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo Nisêbînê ku bi mehan di bin dorpêç û êrîşa hêzên dewletê de ma, bang li her kesî kir ku ji bo gelê Nisêbînê dest bidin dest hev û dest bi avakirina jiyana nû bikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî rewşa Nisêbînê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Nisêbînê û xwest her kes di nava avakirina Navçeya Nisêbînê de cih bigirin û destê alîkarî û piştevaniyê dirêjî hev bikin. KCD'ê xwest her kes tev li pêvajoya avakirina Nisêbînê bibe û dest dirêjî hev bikin. KCD'ê da zanîn ku îxtîdara AKP'ê daxwazên kurdan ên rewa û mafên mirovan bi tang û topan bersivand û li dijî daxwazên kurdan êrîşên îmha û înkara tevahî pêk anî. KCD'ê da zanîn ku ji ber van daxwazên kurdan AKP'ê bajarên kurdan xera kir û di serî de li Farqîn Sûr, Cizîr, Silopya, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Gever, Kerboranê êrîşên dijwar pêk anîn. KCD'ê anî ziman ku li van bajarên Kurdan plana komkujî û wêrankirinê xist meriyetê, lê ji ber gelê kurd ê welatparêz di ber xwe de ev plana wan bi ser neket. KCD, bilêv kir ku di vê plana komkujiyê de bi hezara zarok, ciwan, jin, kal û pîr hatin qetilkirin û bajarên wan ji hewa û bejayê hatin topbarankirin.

KCD'ê bang li hemû gelê kurd û demokrat kir û xwest di vê pêvajoyê de her kes bibin yek, destê xwe bidin hev û bi hevre tev li pêvajoya avakirina bajaran û jiyana nû bibin. KCD'ê anî ziman ku tevlêbûna jiyana nû karekî sincî, civakî û mirovî ye û xwest her kes di nava avakirina jiyana nû ya Nisêbînê de cihê xwe bigirin. Xwest her kes alikariya xwe bi riya Komeleya Rojava biginin gelê Nisêbînê.

(kom/dt/rc)