Meclîsa Jinên Şengalê ji bo teqîna Qamişlo daxuyanî da
12:54
JINHA
ŞENGAL - Meclisa Jinên Şengalê di daxuyaniya ji bo teqîna Qamişlo de diyar kir ku ew bi her awayî li gel Rojava ne û got: "DAIŞ wek dijminê mirovatiyê li hember jiyana azad û pergala demokratîk ku îro li Rojava jiyanî dibe û hemu cihanê re dibe mînak şer dike. Em jî wek dildarên azadiyê li hember vê zilmê disekinin. Ber vê hedefa DAIŞ'ê yekem dibe jin."
Di derbarê komkujiya Qamişlo de Meclia Jinên Êzidî daxuyanî da. Daxuyanî wihaye; "DAIŞ wek dijminê hemu civaka xwezayî êrîşê nîrxên me dike. Çawa ku di 3'ê yê Tebaxê de bi hovitiyekî mezin Ferman li ser me Êzîdiyan anin wisa li Qamişlo teqînekî li ser gelê me yê Rojava çêkirin. Teqîna ku li Rojava hat kirin li hember pergala jiyana azad bû.
Di van rojên ku roja reş ya ferman ser me hatibû nêz dibe de em carek din dil êş in. Di teqîna li Kamişlo de bi dehan jin, zarok û mirovê me yê hêja şehît ketin. DAIŞ wek dijminê mirovatiyê li hember jiyana azad û pergala demokratîk ku îro li Rojava jiyanî dibe û hemu cihanê re dibe mînak şer dike. Em jî wek dildarên azadiyê li hember vê zilmê disekinin. Ber vê hedefa DAIŞ'ê yekem dibe jin."
'Rengê êşa dil yek e'
Daxuyanî wiha berdewam dike: "Ticaran êrîş, zilm û zordarî nikare pêşya vîna azad bibe asteng. Bila dijminê me baş bizanibe ku ne teqîn ne êrîş ne jî ti zordarî nikare me ji doza me vegerîne. Em teqîna ku li Qamişlo hatiye çekirin şermezar dikin û çawa ku rojên herî giran de gelê me yê Rojava pişta me bûn, ciwanên Rojava wek YPG hat hawara me û miletê me di hemu aliyan de alîkariya me kir îro jî em di vê roja reş de li kêleka gelê xwe yê Rojava ne. Em vê êşê di kurahîya dilê xwe de jiyan dikin. Ber ku rengê êşa dil yek e.
Em wek Meclîsa Jinên Şengalê êşa Rojava parve dikin û soza xwe ya li hember desthilatdarî û zilma DAIŞ'ê têkoşîn kirinê nû dikin. Di vê têkoşînê de heya roja îro em rih û can çawa ku bi jin û miletê Rojava bûn û me mil bi mil têkoşîn kir jî îro şundetir emê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ber ku doza me yek e, dijminê me yek e. Em cardin ji malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û dibêjin şehît namirîn em şoptarê riya wan in."
(zt)