Rojname nadin Rêberê PKK Abdullah Ocalan
13:08
JINHA
STENBOL - Piştî hewldana derbeyê fikarên der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de berdewam dikin. Derket holê ku rojnameyên ji bo Abdullah Ocalan tên şandin jî nayên dayîn û tên îade kirin.
Piştî hewldana derbeyê û îlankirina OHAL'ê re fikarên der barê tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de her ku diçe zêde dibe. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran hatin redkirin û hat gotin ku "dema şert û merc bên avakirin dê agahî bidin we" hevdîtin hat astengkirin. Bi rawşa awarte (OHAL) re hemû hevdîtinên li Îmraliyê ji hêla 1. Dozgerê Înfazê yê Bursayê ve heta 3 mehan hatin qedexekirin.
Fikarên raya giştî ya der barê rewşa Abdullah Ocalan de di asta herî jor de ne, her wiha hat diyar kirin ku rojnameyên ji Abdullah Ocalan re dihatin şandin jî ji hêla îdareya girtîgehê ve hatin îadekirin. Li gorî agahiyên ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê hatine girtin, rojnameya Ozgur Gundemê ya ku dişandin Îmraliyê beyî ku bidin Abdullah Ocalan, ji hêla îdareya girtîgehê ve "nehatiye qebûl kirin" paşve hatiye îadekirin.
Gelo der barê rojnameyên din de jî heman biryar hatiye girtin an na, ji ber ku bi tevahî agahî bi Girava Îmraliyê re hatiye birîn, nayê zanîn.
(kom/rc)