‘Sûcên zayendî bi azadkirina jinan dikar pêşî lê bê girtin’

15:40

JINHA

ENQERE- Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku ‘gerînendetiya Hadimê’ pêşî li sûcên êrîşên zayendê nagire û got: “Ger em li dijî rolên xwe dispêre serdestiya mêr û li dijî serdetsiya mêr têkoşînê nemeşînin bi gerînendetiya hadimê pêşî li sûcên êrîşên zayendî nayê girtin.” Fîlîzê da zanîn ku bendewariya jinan pêkanîna Peymana Stenbolê.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kesestecîoglu têkildarî ‘gerînentiya hadimê’ de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî. Fîlîzê wiha got: “Di 26’ê Tîrmehê de ji aliyê wezareta dadê ve gerînendeyek derxist. Di gerînendetî de hadim wek cezakirinê tê dîtin.

‘Li dij destura bingehîne’

Fîlîzê destnîşan kir ku di vê gerînendeyê de ji bo sûcên êrîşa zayendî tê gotin ku wê dermankirinên ku zayendê bi dermanan kêm dike wê bên dayîn. Her wiha li gorî rêziknameyê ev dermankirin ji derveyê îradeya kesan bi zorê wê bên kirin. Tevî ku hadim bi biryarê tê dayîn, ev wek cezayê tê kirin.”

Her wiha destnedana kesan ya bi Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û Destura Bingehîn hatiye parastin, bi vê rêziknameyê re hatiye sazkirin û ev jî li dij Destura Bingehîne. Fîlîzê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev ceza pêşî li sûcên êrîşên zayendî nagire û got bendewiya jinan eve ku Peyeman Stenbolê pêk bê.

Fîlîzê destnîşan kir ku ger li dijî van rol û serdestiya mêr têkoşîn neyê meşandin û hestiyariya cemawerî neyê zêdekirin bi van rêbazan pêşî van neyê girtin.

(sy\hu)