Dayikên Aştiyê: Kilîda çareseriyê Abdullah Ocalan e
16:09
JINHA
WAN – Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê di derbarê tecrîda girankiriya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di ke de daxuyanî da û diyar kirin ku ew kilîda çareseriyê Abdullah Ocalan dibînin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo balkişandina ser tecrîda girankiriya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike de daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Navenda DBP’ê hat dayîn de ser navê dayikan Hanife Kaçak destnîşan kir ku ew salek û nîv zêdetire tecrîda girankirî ser R’êbaerê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha domand: “Kilîda azadiyê Rêberê meye. Dibin şertên giran de ji Rêberê me dest ji banga aştiyê berneda. Her kes ji vê tecrîdê re bêjin bese. Tenê Rêberê me dikare vê kaosa li Tirkiyê bide rakirin.
Herî dawî Hanife ji bo mitinga ku dê di 1’ê Tebaxê de bi beşdariya Hevserokê Giştiyê HDP’ê Selahattin Demirtaş û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel li Meyidana Beşyolyuyê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê kir.
(zt)