Xwişk û birayên tevlî YPJ-YPG’ê bûne: Em azadiya xwe deyndarê dayika xwe ne
09:13
Gulan Botan/JINHA
TILBERAK – Bedriye Evdil Nasir ku ji gelê Erebe li dijî zilma DAIŞ’ê destpêk keça û piştre kurê xwe şand refên YPJ-YPG’ê. Bediryeyê diyar kir ku zarokên wê ji bo Sûriyeya azad têdikoşin û got: “Niha her du jî hem ji bo azadbûnê û hem jî ji bo azadkirinê amade ne.” Keça Bedriyeyê Penaber û kurê wê Delîl diyar kirin ku ew azadiya xwe deyndarê dayika xwe ne.
Bajarê Şedadê ya girêdayê Kantona Cizîrê beşdarbûna ji bo hêzên YPG\YPJ’ê her diçe zêde dibe. Ji gelê Ereb jî tevlîbûn zêde ye. Ji gundê Serap a Şedadê jina bi navê Bedriye Evdil Nasi keç û kurê xwe şand YPG-YPJ’e. Piştî vê kurê xwe yê biçûk girt cem xwe û çû qadên YPJ û YPG lê ye.
‘Zarokên min wê ji bo Sûriyeya azad têbikoşin’
Her du zarokên Bedriyeyê li bajarê Tîlberak tevlî dewreya perwerdehiya 3 mehan bûn. Di dawiya dewrê de Bedriyeyê zarokên xwe tenê nehişt û kelecana wê ji ruhê wê dihat dîtin. Bedriye beşdarî merasîma mezuniyeta keç û kurê xwe bû û got: “ Ez wek dayikekê bûm şahidê hovîtiya DAIŞ’ê ya sînoran nas nake. Piştre min hêzên YPG-YPJ’ê dît. Min zarokên xwe şandin. Niha her du jî ji bo azadbûn û azadkirinê amade ne. Niha ez bi kurê xwe yê biçûk re li qadên YPG û YPJ’ê me. Ez serbilindim. Zarokên min wê ji bo Sûriyeya azad têbikoşin.”
‘Em wek Sûriyeyek biçûkin’
Keça Bedriyeyê Penaber Şedadê ku ji Dewreya Perwerdehiya Şehîd Nujîn ya Akademiya Şehîd Xebat mezun bû wiha got: “Dayika min ev tevlî kirim. Destpêkê min bawer nedikir ez evqas bibim îrade. Baweriya min kêm bû. Piştî min dest bi dewrê kir birayê min jî hat. Vê ez pir kêfxweş kirim. Em li vir wek Sûriyeyek biçûkin. Ji gelî tevlîbûn heye. Ez azadbûn û azadkirinê nû dibînim. Ez niha fêm dikim ku dayika min çima em tevlî kirine.
'Ez azadiya xwe deyndarê dayika xwe me’
Kurê wê Delîl Tîlberak ku Dewreya Şehîdên Qamişo temam kir got ew ji bo gelê xwe amade ye ku têkoşînê bimeşîne û got: “Ez jî bi alîkariya dayika xwe hatim vir. Ez û xwişka xwe bi hev re mezun bûn. Ez bi wê re parastina gelê xwe dikim. Ev hestek gelek başe. Li mala me şoreşa jinê pêk hat. Dayika min ez û xwişka min tevlî kir. Em deyndarê dayika xwe ne.”
(hu)