'Gel ê kurd rewşa Rêberê xwe meraq dike'
09:45
JINHA
COLEMÊRG - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê jî tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Gel ê kurd rewşa Rêberê xwe meraq dike, bila lezgînî hevdîtin bê kirin. Dema ku hevdîtin bê kirin dê ev şerê qirêj jî bisekine."
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin. Heyeta Îmraliyê jî ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Gelê kurd, malbat, parêzer bi tu awayî ji Ocalan agahî nagirin. Bi taybetî piştî hewldana darbeya leşkerî fikar û gumanên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de zêdetir bûne. Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku ji bo piştgiriya Geverê ji Riha yê hatî jî diyar kirin ku ew weke gel ê kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meraq dikin, hewceye ku bi lezgînî li gel hevdîtin bê kirin û agahî bên parkirin.
'Kilîda çareseriyê Îmraliye'
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Îslîm Demîr bertek nîşanî tecrîdê da û got: "Em ji rewşa Serokê xwe bigumanin. Hewceye ku li gel Rêberê me hevdîtin bêkirin. Gelo çima nahêlin li gel Rêberê me hevdîtin bikin? Ew Serokê me ye. Bila yan malbat, yan jî parêzer biçin û agahiyê bi me re parbikin. Bila destûr bidin em agahiyê bigirin. Çima ji girtiyên adlî re her heftî hevditîn heye, lê ji bo Serokê gel ê kurd tuneye. Em dayikên aştiyê yên Rihayê heya agahî ji Serokê xwe negirin emê çalakiyên xwe berdewam bikin."
'Bila Gel ê kurd ji bo Serokatî hesas tevbigerin'
Xezal Çam jî : "Em jî bajarê Serokê xwe ne. Bila her kes ji bo Rêberê me hesas tevbigerin. Em ji jiyana Serokê xwe bigumanin. Çawa ku hemû gel bi Rêberê xwe jiyan dikin, daxwaza me jî ew e ku em jî li gel Rêberê xwe jiyana xwe berdewam bikin. Ger li gel Rêberê me hevdîtîn hatiba kirin niha rewşa Gever, Silopî, Cizîr,Nisêbin ê jî wiha nedibû. Em ê xebatên xwe li Riha yê û her derê berdewam bikin heya ku em agahî digirin."
(kom/zt)