Jinên Colemêrgê:Bi vê biryarê dixwazin bajaran vegerînin qereqolan
09:46
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê bertek nîşanî biriyara Colemêrg û Şirnex kirina navçe dan û diyar kirin ku hikumet dixwaze bi van biriyaran bajaran tevahiyan vegerine qereqolan.
Jinên Colemêrgê bertek nîşanî pilana Şirnex û Colemêrg kirina navçe, Gever û Cizîr jî kirina navend dan û dan zanîn ku ew naxwazin ji derveyî vîna wan kes dest bidin bajarê wan.
'Ev biryar dê rê li ber komkujiyên nû veke'
Jina bi Navê Rûkiye Temel anî ziman ku Hikumet dixwaze bajaran vegerîne qereqolan û wiha axivi; "Em vê biryara hikumetê qebûl nakin û em li hemberî vê biryarê ne. Ji ber ku plansaziya hikumetê a ji bo Gever û Cîzîrê gelek cuda ne. Wekî din jî dîrokên bajaran tune di hesibîne ev yek nayê qebûl kirin. Cihên ku herî berxwedan komkujî lê hatîn jiyan kirin Gever û Cizîre ev biryar dê rê li ber komkujiyên din veke. Hikumet dixwaze bi vê biryarê bajaran bike qereqol û bê mirov bihêle. Divê tu kes vê biryarê qebûl nake. Ez vê biryarê şermezar dikim û qebûl nakim."
'Bi vê biryarê dixwazin gelê kurd koçber bikin'
Alîye Tîmûr jî got ku divê gel ji van lîstikan bawer neke û wiha domand: "Colemêrg ji dîrokê heya niha bajar maye û dê wisa bimîne. Ev biryar wateya plansaziyên nû ne, dixwazin bajaran vala bikin, koçberiyan zêde bikin, gelan xizan bihêlin, xweşikbûnên bajar û xwezayê xilas bikin. Em vê yekê qebûl nakin û em destûr nadin ku bajarên vegerînin qereqolan, ev biryar gel tune hesibandi ye. Raste erdnigariya Geverê ji Colemêrgê pir firehtire, lê armanca hikumetê cuda ye. Armanc ewe ku gel xizan bihêle û koçberiyê berfirehtir bike. Em vê biryarê nas nakin û qebûl nakin. Komkujiya ku di dîroka cîhanê de nehati kirin li Cizirê hat kirin, çima niha pêdivî dibinin ku Gever û Cizirê bikin navend ev biryar biryara komkujiyên nû ne."
'Ev biryar wateya qetilkirina bajarane'
Safîye Tansu jî wiha axivî: "Colemêrg û Şirnex ji aliyê erdnigariya xwe ve cihên herî balkêşin. Ji dîrokê heya niha ev herdû bajer tu car nebûne navçe; çima niha pêdiviyê dibinin ku bikin Navçe. Bi rastî dixwazin ku bi van kirinan Colemêrg û Şirnexê bi her awayi qut bikin û xwezaya wan tune bikin. Divê ev biryar bê sekinandin, bi van kirinan gel dixin bin bandora tune hesibandinê û koçberiyê. Li Gever û Cizirê komkujî kirin, hîna gel birinên xwe ne pêçane ev biryar hat dayin. Bi rastî ev biryar balkêşe, divê ev biryar neyê qebûl kirin. Ji ber ku ev biryar qetilkirina bajarane."
(zt)