Bavê Eylemê: Emê têkoşîna wê heta dawiyê bimeşînin
09:46
Duygu Erol/JINHA
ENQAERE- Şervana BOG’ê Eylem Ataş k udi pêngava azadkirina Mînbîcê de di pevçûna bi DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji 27’ê Hezîranê heta niha teslîmê malbatê nayê kirin. Bavê Eylemê, Mehmet Ataş der barê mijarê de axivî û got bi sedan cenazeyên şervanên li Rojava li dijî DAIŞ’ê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hene û got dewlet tehemulê van cenazeyan nake.
Şervana Hêzên Azadiya Yekbûyî\Hêzên Azadiya Jinê (BOG\KOG) Eylem Ataş di pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê ji 27’ê Hezîranê heta niha ji bo cenaze bê Tirkiyeyê serî li qeymeqamtiya Pirsûsê didin lê tên redkirin. Bavê Eylemê Mehmet Ataş diyar kir ku Eylem beriya biçe Rojava axaftinek di navbera me de derbas bibû û gotibû ger jiyana xwe ji det bide divê wê bînin Edenê. Mehmet got: “Emê ala wê ya enternasyonalîzmê û têkoşîna wê ya azadiya gelê Kurd heta dawiyê bimeşînin.”
'Ji bo îdeolojiya rizgariya jinê serî diêşand’
Mehmet got têkoşîna Eylemê her tim hebû û got Eylem bê tirs bû. Mehmet wiha berdewam kir: “Kesek pir mutevazî bû. her tiştê xwe bi her kesî re parvedikir. Dema biryarek bigirta bi saetan nîqaş dikir, îqna dibû û îqna dikir. Ji bo îdeolojiya rizgariya jinê û azadiya gelê kurd, jibo têkoşîça karkeran û gelê bindets serî diêşand. Dixwest tiştekî bike. Di vê mijarê de xwe pir pêş xist.”
'Ji bo sibe bê qezenckirin divê ji îro de berxwe bidin’
Mehmet got Eylem beriya derbasî Mînbîçê bibe pir caran li ser têkoşîna çekdarî nîqaş meşandine û got: “Me 6 mehan nîqaş kir. Eylemê digot rizgariya gelekî bi têkoşîna çekdarî pêkane. Digot maf bi berxwedan û çekê pêkane. Eylemê digot ji bo sibê bê qezenckirin divê ji îro de berxwedan bê dayîn.”
‘Emê têkoşîna wê heta dawiyê bimeşînin’
Mehmet bi lêv kir ku ala enternasyolîzmê û têkoşîna azadiya gelê Kurd ya Eylemê dewrê wan kiriye wê heta dawiyê bimeşînin û got: “Em dizanin ku DAIŞ’ê jinên Êzidî serê wan jê kir û tecawizê wan kir. Vê bandorek mezin li ser Eylemê kiribû. digot piştevaniya enternasyonalîst çûyîn û li wir têkoşîn dayîne. Çû û li Rojava têkoşîna xwe meşand.”
'Ji bo li Edenê bê definkirin emê têbikoşin’
Mehmet wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di ser qetikirina Eylemê de 31 roj derbas bibû û hemû serlêdanên me hatin redkirin. Bi sedan cenazeyên şervanên li Rojava li dijî DAIŞ’ê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hene û dewlet tehemulê van cenazeyan nake. Eylem beriya biçe Rojava got ger jiyana xwe li wir ji dest bide cenazeyê wê bînin Edenê. Em jî ji bo cenazeyê wê bînin Edenê heta dawiyê wê têbikoşin. Bila Cemre Hevalê teslîmê me bikin. Her kesê ji xwe re dibêje ez mirovim bila piştgiriyê bidin kampanyaya #Eylemİstiyoruz.”
(hu)