Dermokrasiyek mayînde bi Abdullah Ocalan gengaze

10:54

JINHA

WAN - Jinên ku diyar kirin li Tirkiyeya qeyîran lê serwere demokrasiya mayînde bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gengaze. Jinan dan zanîn ku ji bo bihêzkirina biloka demokrasiyê divê hemû gelê kurdi rabin ser piyan.

Piştî hewlên darbeya 15'ê Tîrmehê li tevahiya Tirikyê bi qasî 3 mehan OHAL hat îlankirin. Li gel OHAL ê guya bi navê aramiyê banga ji aliyê Serokomar Erdogan ve ji bo gel hatî kirin heya fermanekdin dê her kes li hemberî darbeyê di mitîngan debin. Di vê qeyîrana Tirkiyê de kurdan jî tewrê xwe zelal kiriye, li hember sepandinên rejîma 'mêrê bitenê' li qadanin. Li bajarên Kurdistanê nêrîna giştî heya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest neyê berdan dê qeyiran berdewam be ye.

Ji bo hînbûna jin di derbarê rojevê de çî difikirin û çi dxwazin de ji jinên me mukrofun dirêj kirî Fatma Aslan her dem li bember zilmê serî neçemandina kurdan bibîrxist û diyar kir ku azadiya gelê kurd bi azadiya Abdullah Ocalan gengaze.

'Gelê kurd ne darbe ne jî AKP'ê naxwazin'

Şîrîn Boray jî da zanîn ku ji bo pêşdeçuna demokrasiyê divê hemu gel li gel HDP'ê cîh bigirin û wiha domand: "Siyaseta rast tenê di nava HDP'ê de heye. Li Tiriyê hewla darbeyê hat jiyandin. AKP'ê bi xwe ev darbe kir. Niha jî ketiye telaşa dawîkirina darbê. Em weke gelê kurd ne darbe ne jî AKP'ê naxwazin. Daxwaza me avakirina demokrasiya rastiye."

'Li Tirkiyê dê hîna gelek darbe bên jiyandin'

Nahide Duran jî balkişand ser li Tirkiyê derketina hewilên darbeyê û wiha got: "Ji bo hatina aştiyê divê Rêberê me serbest bê berdan. Em nasnama xwe û aştiyê dixwazin. Tenê gel dikare vê hêzê avabike. Tirkiye ne dikare ji darbeyê ne jî demokrasiya rast tê. Ez bi hêvime ku rojekê demokrasiya rast bê vî welatî."

'Bila hemu STK yî, dibin banê demokrasiyê de bicivin'

Esra Tansu jî diyar kir ku ji bo avabuna bloka demokrasiyê divê hemu STK, demokrat, sol sosyalist dibin banekê de bicivin û wiha berdewam kir: "Dê wêdemê dengê demokrasiyê hîn zêdetir gur derkeve. Dê ev diktatoriya mêrê bitenê zêdetir bitirsîne. Ez bang li her kesê dikim ku bloka demokrasiyê bihêzbikin."

'Bila Cizîrek din neyê jiyankirin'

Zeynep Mamuk jî bilêv kir ku bi salane weke gelê kurd alîgirê aştiyêne û wiha axivî: "Ji ber daxwazên xwe yên aştiyê her tim weke yên dinê li me nêrîn. Ji bo demokrasiya rastî bê avakirin, divê her kes ji nasnameyên hev re rêzdarbin. Li hember komkujiyên li Kurdistanê hatin jiyandin di serî de weke HDP me kêmanî jiyan kir. Ji bo ku Cizîrek din neyê jiyandin, divê hemu nasname dibin bloka aştiyê de bicivin. Divê gel li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin."

'Yên partî jî dewlet jî avakirî gele'

Ayfer Hurman jî da zanîn ku ji bo dengê aştiyê zêdetir gur derkeve divê gelê kurd dakeve kolanan û wiha dom kir: "Ji vê saetê û şonde divê ti zilmê nepejirînin. Weke gelê kurd tenê daxwaza me aştiye. Ji bo dengê aştiyê bilind bibe, divê her kes li hember bêmafiyan dakevin qadan. Yên partî jî dewlet jî avakirî gelin. Divê gel daxwazên xwe yên ji bo demokrasiyê bînin ziman. Em jî weke hemû gelan mafê xwe yê wekhevî û azadiyê dixwazin."

(zt/