Meclisa Karûbarên Êzîdiyan komkujiya Şengalê şermezar kirin

11:06

JINHA

AMÛDÊ- Meclisa Karûbarên Êzîdiyan bi tevlîbûna Kongra Star û welatiyên bajar li taxa Şengal a bajarê Amûdê 2. Salvegera komkujiya Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Bi wesîleya 2. Salvegera Komkujiya Şengalê, Meclisa Karûbarê Şengalê bi tevlîbûna Kongra Star û welatiyên bajar daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin ji aliyê Hevserokê Meclîsa Karûbarên Êzîdiyan Cibêr Cindo ve hate xwendin. Di daxuyaniya ku Cibêr xwendî de wiha hat gotin, "Destpêkê em bejna xwe li ber hemû şehîdên Komkujiya Şengalê ditewînin û bi tundî fermana 3'ê Tebaxê ku fermaneke ji fermanên li ser gelê Êzidî pêkhatiye, bi tundî şermezar dikin. Ev ferman ji hêla komên çeteyan ên terorîst û hin hêzên ku hevkariya wê kirin, her wiha bi desteka dewleta Tirkiyê û Siûdiya Erebistan û Qeter pêkhat.

Mixabin hin hêzan xwe ji parastina gelê Şengalê paş vekişandin, ev yek jî bi armanca valakirina Kurdistanê ji gelê Êzîdî, her wiha perçiqandina nasname, dîrok û çanda kurdî hate kirin. Baweriya Êzîdî ji bo me vîn û baweriya tevahî gelê kurd e û ev ferman wekî armanca qirkirina dîroka me ya kevin e. Eger HPG û YJA-Star parastina gelê Şengalê nekiribana , em ê niha bi hovîtiyeke hîn mezintir rû bi rû bimana. Em weke kurdên Êzîdî berxwedana HPG'ê silav dikin, her wiha em bang li hêzên siyasî û rêxistinên Mafê Mirovan dikin ku bilez ji bo sucdarên ku di destê wan divê komkujiyê de heye werin cezakirin û hêmû dîlên di destê DAÎŞ de werin rizgarkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em berxwedana Rojava û Hemleya Fermandar Feysel Ebû Leyla weke tolhildana şehîdên Şengalê dibînin, em bi ruhê bilindkirina têkoşîna li dijî teroran û dijminê gelê kurd gavên xwe bavêjin. Em berxwedana YPS, YPJ, YPG û QSD'ê silav dikin. Bijî ji xwediyê felsefeya azad Rêber Abdullah Ocalan re ku vîna azad ji bo me afirandiye."

Daxuyanî bi dirûşmeyên Bijî YPJ,YPG û YPS'ê bidawî bû.

(rh/hs/rc)