Ji civaka mêran ji jinan re: Dê dawiya we jî wek ya Amînê be…!

11:33

JINHA

ÊLIH- Piştî mêrê bi navê Kasim Demîrtaş xwîşka xwe Amîne bi îşkenceyê qetil kir, mêrên li taxê gêfên wek ‘Dê dawiya we jî wek ya Amînê be’ li jinan dixun. Jinên taxên dixwazin kujêre Amînê bi cezayek giran bê cezakirin.

Mêrê bi navê Kasim Demîrtaş li taxa Huzur a Êlihê jiyan dike xwîşka xwe Amîne (17) qetil kir. Kasim ku xwîşka xwe Amîne bi îşkenceyê qetil kir li xwe mikur hat û sucê xwe qebûl kir. Piştî qetilkirina Amînê mêrên li taxê gefên wek ‘Dê dawiya we wek Amînê bibê’ li xwişk û hevjinên xwe kirin. Jinên taxên xwestin ku kujêrê Amînê bê cezakirin. Mêrên li taxê ji bo vê bûyerê gefan li jinan dixwin.

Kujer xwest wek qezayê nîşan bide

Welatiya ne xwest navê xwe bide diyar kir ku her sê xwîşkên Amînê di temenê biçûk de hatine zewican din û wiha got: “Pêşî birayê Amînê ew qetil kir û piştre wek ku Amîne bi ceyranê ve maye nîşan da. Piştî Amîne hat qatilkirin jinbira Amînê cilên ser Amînê guhert û pişt re agahî dan ambûlansê.”

Welatiya ku navê xwe neda behsa Kasimê bi îşkenceyê xwîşka xwe Amîne qetil kir, kir û wiha vegot: “Berî ku kujer Kasim Amîneyê qetil bike ji dayik û bavê xwe re gotiye ‘Ezê Amînê şîret bikim.’ Jinên taxê gotin ku ew dixwazin Kasim di girtîgihê de bi rize û cezayê xwe bikşîne.”

'Birayê wê şîdet lê dikir’

Welatiyek ku taxê jiyan dike bi lêv kir ku her tim Amîne rastî tundiya malbatê dihat û destura wê ku ji mal derkeve jî nebû û ev tişt anî ziman: “Amîne ji ber tirsa biraye xwe nikarîbû bi hevalên xwe re tekilî deyne. Dema birayê wê ne li mal bûna Amîne derdiket, ji bo van tundiya Amîne berî salekî ji mal reviya. Malbatê Amîne dît û cardin anîn malê.”

'Bavê min jî her tim gefan li min dixwe’

Welatiyek din ku navê xwe nedayî da zanîn ku piştî Amîne hatiye qetilkirin deruniya mirovan xira bûye û wiha axaftina xwe dawî kir: “Bav û birayên li taxê piştî ku bûyera Amîneyê hat jiyîn gefên wek ‘Eger hûn li mal rehet nesekinin dê dawiya we jî wek Amîne bibe’ dikin. Bavê min jî piştî Amîne hat qatil kirin gef li min xwarin.”

(za/dt-hu)