Li Sûrê jinek hat qetilkirin
12:16
JINHA
AMED- Husna Kastarliya ku li Sûrê dikan dida xebitandin hat qetilkirin. Husna li taxa Îskenderpaşa Sûrê ji aliyê guleya çetêyê hişbirê ve jiyana xwe ji dest da.
Jina bi navê Husna li taxa Îskenderpaşa ya Sûra Amedê hat qetilkirin. Li gorî hat zanîn Husna û hevjînê xwe li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê kafeya întenetê didan xebitandin. Şêvê din êvarî çeteyên hişbirê hatin devê kafeyê û li ser vê Husna û hevjînê xwe derketin devê dikanê û xwestin ku çeteyên hişbirê devê dikane bi terikînin. Dema çeteyên hişbirê çek derxistin şer derket û Husna hat qetilkirin. Di heman demê de her du zarokên Husnayê ku di dikanê de bûn jî birîndar bûn. Hat zanîn ku zarokek ji piyê xwe û zaroka din jî ji serê xwe birîndar bûye. Cenazeyê Husna û zarokên birîndar rakirin Nexweşxana Dewletê ya Selahattîn Eyyubi ya Amedê.
Ji aliyê din ve hat zanîn ku hîn li taxê gengêşê berdewam dike, li gorî îdaya polîs mudaxaleyî şerê bi çek nekiriyê.
(kom/dt-hu)