Colemêrgiyan li hember biryara navçebuyînê darebe girtin
12:43
Tebax
4
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG - Esnafên Colemêrgê darebe venekirin û biryara ku Colemêrg û Şirnexê bikin navçe şermezar kirin.
Ji bo ku Colemêrg û Şirnexê bikin navçe AKP’ê pêşnume da TBMM yê. Li Colemêrgê bertekên gel her diçe zêde dibe. Esnafan jî bi girtina derabeyan biryara ku Colemêrg û Şirnexê dê bikin navçe şermezar kirin. Li bajêr ji derveyî dermanfiroş û nanpêjan hemu derabe girtîne. Esnaf hemu li nava bazarê gihan hev û meşiyan. Niha jî li ser cadeya Bilvarê dest bi çalakiya runiştinê kirine.
(zyd/zt)