Jinan bi lez cezakirina kujer Alan xwestin
13:31
JINHA
AMÛDÊ- Felek Îsmaîl (35) di 31'ê Tîrmehê di şeva zewaca xwe de ji hêla hevjînê xwe Alan Rustem (32) bi awayeke hovene hate qetilkirin. Li beramberî vê jinan nerazîbûna xwe nîşan dan.
Felek Îsmaîl (35) di 31'ê Tîrmehê di şeva zewaca xwe de ji hêla hevjînê xwe Alan Rustem (32) bi awayeke hovene hate qetilkirin. Li beramberî vê jinan nerazîbûna xwe nîşan dan û li ber deriyê Mala Jinê kom bûn.
Dayîka Felek bi tevlîbûna jinên bajarê Amûdê û endamên Kongra Star xwesteka jinên li wir anî ziman. Xezalê Yûnis dayîka Felek wiha got: "Em îro li vir kom bûne û mafê xwe weke jin dixwazin, ez weke dayîk kezeba min li ser keça min şewitî. Divê Alan were cezakirin, me hemuyan berê xwe daye Mala Jinê ji ber ku em dizanin ku dê mafê keça me bi awayekî adil bide. Divê bi leztirîn dem were cezakirin. Divê kujer Alan were darvekirin, ji ber ku jinek bê guneh qetilkiriye. Em hemû jî vê cezayê ji bo wî dixwazin, em tu gavan bê Mala Jinê navêjin. Lê divê êdî cezayê wî were dayîn."
Di dawiya axaftinê de jinan bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" ber bi qada Şengal a bajar ve meşiyan. Jinan pankartên "Em Felek jibîr nakin", "Bi çi gunehî hate kuştin" û "Em darvekirina Alan dixwazin" bilind kirin.
Çalakiya protestoyî li Qada Şengal a bajêr bidawî bû.
(rh/hs/rc)