Polîs, hevjîn û zaroka xwe qetil kir
14:11
Tebax
4
/ 2016
JINHA
KONYA- Polîsê bi navê Harun Kaymaz li navçeya Ereglî ya Konyayê hevjîna xwe Neslîhan û zaroka xwe qetil kir. Her wiha zarokê din jî bi giranî birîndar kir.
Polîs Harun Kaymazê (44) ku li navçeya Ereglî ya Konya dijî hevjîna xwe ya memura adliyê Neslîhan û zaroka xwe ya 6 salî Ecem bi çekê qetil kir. Harun zaroka xwe yê 10 salî Tarik jî birîndar kir û piştre jî jiyana xwe bi dawî kir. Zarokê bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxana Dewlet ya Eregliyê û piştre ji bo dermankirinê zarok rakirin Konyayê. Hat zanîn ku jiyana Tarikê birîndar di telûkedeyê.
(dt-hu)