Li Semsûrê mirina bi guman a jinekê

14:09

JINHA

SEMSÛR - Li Behiştiyê hemşîre Esra Kaygisiz a ku hat îdiakirin ji şaneşîna malê xwe avêtiye û întihar kiriye, jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Erdemoglû ya navçeya Behiştiyê ya Semsûrê duh hemşîreya bi navê Esra Kaygisiz(21) hat îdiakirin ku ji şaneşîna malê xwe avêtiye û intihar kiriye. Kaygisiz a ku şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Semsûrê, jiyana xwe ji dest da.

Esra Kaygisiza ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Behiştiyê dixebitî, hat zanîn ku cenazeyê wê radestî malbata wê ya li Osmaniyeyê kirine.

(ekip\hu)