Baxçeyê zarokan ji aliyê weqfa jinê ve hat ziyaret kirin

15:20

JINHA

KOBANÊ - Weqfa Jina Azad ya Rojava di 20'ê Tîrmehê de dest bi vekirina baxçê zarokan kiribû. Îro Rêvebera Weqfa Jina Azad ya Kantona Cizîrê baxçeyê zarokan ziyaret kir.

Bi pêşengiya Weqfa Jina Azad ya Rojava di 20'ê Tîrmehê de li Kantona Kobanê baxçeyê zarokan vekirbûn. Baxçeyê ku bi armanca başkirina derûniya zarokên ji ber şer bandor bûne hatî vekirin rastî eleqeyek mezin tê. Li gel baxçê zarokan di heman demê de cihê mala zarokan ku têde bên xwedî kirin û perwerde kirin jî hatî avakirin. Rêveberên Weqfa Jina Azad a kantona Cizîrê Axîn Amed îro Baxçeyê zarokan li Kobanê ziyaret kir. Axînê di ziyaretê xwe de qala projeyê avakirina mala zarok û jinan kir û wiha got, "Armanca me ji vê projeyê ew e ku em bikaribin hemû zarokên ku ji ber şer sêwî mane û zarokên ku dayikên wan diçin kar bînin li vir xwedî bikin. Zarokên ku sêwî mane em dixwazin li vêderê bi her awayî perwerde bikin. Em hewil didin ku vê projê di 6 mehande biqedînin. Navê proja me 'Keske Sora Alan'e. Armanca projeyê başkirina derûniya zarokan û perwerde kirine. Ji boyî alîkariya vê pirojê me li Awropayê jî dest bi kampaniyayê kiriye û em hêvîdarin ku her kes alîkariya vê kampaniya yê bike."

(bs/rc)