Jin: em xwedî li serokatî, xak û azadiya xwe derdikevin
15:27
JINHA
AMED – Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bi pêşengiya KJA’yê bi şîara ‘Ez xwedî li rêbertiya xwe, azadî û xaka xwe derdikevim’ kampanyaya 6 mehan hat destpêkirin. Berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata bi şîara ‘Her warek welateke’ vexwendiyên piştevaniyê kir û got wê her gund bajar, kolan û malî ji nûve ava bikin.
KJA’yê starta kampanyayê li Navenda Çanda Cegerxwînê bi daxuyaniyekê ji rayagiştî re aşkera kir. Metna kampanyayê berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata xwend.
Aylayê got di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û got li Rojhilata Navîn têkoşîneke azadiyê ya li cîhanê belav bûye heye û got di vê têkoşînê de jinan bedelên giran dane. Aylayê got tevî her tiştî wê gotina xwe bêjin û derbasî çalakiyê bibin. Aylayê da zanîn ku ji bo dîrokê gotina herî dawî yên berxwe didin dikarin bêjin.
Aylayê wiha berdewam kir: “Ji ber têkoşîna azadiya gelê Kurd ya 40 sale berdewam dike fêm nakin û projeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya Komara Demokratîk qebûl nakin, Tirkiye kişandina nava kaosê û vê jî rêyek tarî daye ber Tirkiyeyê. Gelê Kurd hîna di bin tecrîd û tehdîdê de ye û ev jî bi yek gotinekê aqil avêtine.”
Aylayê destnîşan kir ku divê ne li Îmraliyê di şert û mercên Azad de bi Abdullah Ocalan re muzakere bê destpêkirin û got azadiya Ocalan çareseriya pirsgirêkane.
‘Ez xwedî li rêbertiya xwe derdikevim’
Aylayê destnîşan kir ku bi şîara ‘Ez xwedî li rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevim’ ev kampanya dane destpêkirin û got jin, kurd, tirk, laz, suryanî, ermenî û bawerî û çandên din hewcedarên yek tiştîne ew jî heqîqete û divê xwe ji têkoşînê nedin alî.
Bang li jinan hat kirin
Aylayê bang li hemû jinan kir ku ji bo bajarên hatine hilweşandin ji nûve bên avakirin bila bi şîara ‘Her warek welatek’ bikevin nava piştevaniyê.
Çalakî û bername
Di 1’ê îlonê de bi şîara ‘Her civînek gel çalakiyeke’ wê li 16 bajarî çalakî pêk bê. Bi pêşengiya dayikên aştiyê wê li Stenbol, Amed û wAnê çalakî pêk bên.
Di mehên îlon û cotmehê de wê li Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbolê mîtîngên bi şîara ‘Ez xwedî li rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevim’ wê pêk bê.
(şa-ho/hu)