Ji komeleya Pisporên Xizmeta Civake bang

15:27

JINHA

AMED- Şaxa Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Amedê, têkildarî girtina xwe de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Komeleyê da zanîn ku biryara têkildarî endamên SES’ê de hatiye dayîn biryarek bi emsale û got ew di nokteya ku heman biryar ji bo şaxa me jî hatiye dayîn bang li rayagiştî dikin.

Ji aliyê Şaxa SES’ê ji bo girtina Şaxa Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî li avahiya sendikayê civîna çapêmeniyê dan. Li ser navê Komeleya Şaxa Amedê Pisporên Xebatkarên Civakê Serkan Delîdere daxuyanî da û diyar kir ku roja 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê, gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran welatî birîndar bûne. Serkan wiha got: “ Şaxa me ku giredareyî Komeleya Şaxa Amedê Pisporên Xizmeta Civakiye ji roja hatiyê avakirin heta niha demokrasiyê diparêzê û li hember hewldanên darbeya ne. Saziya me roja hewlda darbeya peyama rexnekirina darbeyê weşandiyê. Di Şaxa me di çarçoveya FETO de hat girtin.

Serkan bi lêv kir ku rojên derbasbûyî de endemên SES’ê ji peywirê hatin durxistin û ev tişt gotin: “Ji van jî 83’ kesan 30 hempîşeyê menê û rêveberên komeleyê jî ne. Di hevdîtinan de ev biryar hat betal kirin. Em bang li raya giştî dikin ku di vê mijarê de bertekên xwe bînin ziman.”

(be-mm/hu)