Jinên Colemêrgê li hember çênekirina rêyan di pirotestoyê denin
15:32
JINHA
COLEMÊRG - Li taxa Tekserê ya Colemêrgê rê neçêkiriye ji ber toza wesayîtan jin daketin kolanan û bertekên xwe nîşandan.
Li taxa Tekserê ya Colemêrgê wesayitên ku radibin toz û dumanê radikin, tax dibin tozê de dimine. Jinên taxê li gel ku ev pirsgirêk gihandine Şaredariya Colemêrgê jî ti encam negirtiye. Jin îro derketin kolanê û çalakî li darxistin. Jinên ku bertekên xwe anîn ziman: "Em hertim ji ber van wesayîtên derbasdibin di nava tozê denin. Ev êdî nayê pejirandin, divê çareyekê ji bo me bibînin."
Şemsihan Adiyaman a di nava çalakiyê de diyar kir ku wesayitên li nava taxê re derbas dibin tozê radi kin û ew toz ji bo tenduristiya zarokên wan ne başe û wiha axivi; "Şaredarî û şîrket ji bo ku rêyên me çêbikin, me pêwîstî bi çalakiyek wiha ya pirotestokirinê dît. Gava wesayit din ava taxa me de derbas dibin pir tozê radikin. Ev ji bo tendûristiya me û zarokên me nebaşe. Divê lez bidin xebatên çêkirina vê rêyê û vê pirsgirikê ji holê rakin. Em vê qebûl nakîn."
Remzîye Gûçlû jî anî ziman ku divê rêyên wan bên çêkirin û wiha got: "Divê çare bibînin. Zarokên me nikarin derkevin derve ji bo xwe bilîzin. Ji ber toza wesayitan divê ve rê bê çêkirin. Ger çênekin em ê nesekinin û em vê qebûl nakîn. Ez nexweşa penceşêrême, nexweşên wekî min gelek hene. divê bi lez çareyekê ji bom e bibînin."
Piştî çalakiya jinan Şaredarî û Şîrket dê dest bi xebatên çêkirina rê û asfaltan bike.
(zyd/zt)