'Zozanên me li me qedexe dikin'

09:03

JINHA

COLEMÊRG - Dayika Hacer a ku di nava taxên xirabe de hem şivanî hem jî bêrîvaniyê dike got: "Dewletê derfetên hilketina zozanan ji bo me nehêlaye. Zozanên me li me qedexe dikin."

Piştî li navçeya Geverê rêveberiya cewherî hat îlan kirin hêzên dewletê di 14'ê Adarê de "Qedexeya derketina Kolanan" îlan kir. Dema qedexe hat îlan kirin wêdemê welatiyên Geverê neçarman koçberî gund û bajarên derdorêbûn. Dayika bi navê Hacer Varol (60) jî wek hemû welatiyan koçberî gundek ê Geverêbû. Dema ku qedexe hatî rakirin vegeriya ser axa xwe û li hember bajarê hilweşandî neçarman jiyana xwe ji nû ve avabikin. Hacer a ku her sal li zozanên bilind bêrîvanî dikir, niha di nava taxên xirabe de mihên xwe xwedî dike.

Dayika Hacer a ku li taxa Gungorê di nava avahiyên hilweşandî de 20 mîhên xwe xweyîdike wiha axivî: "Em dema qedexê ji Geverê derketin. Min mîhên xwe birin gundê Geverêyê Mîçîçê. Dema qedexe hat rakirin em hatin Geverê. Gevera rengîn tev hatibû şewitandin. Me gelek zor û zehmetî kişand. Ez bi xwedîkirina pez zarokên xwe xwedî dikim. Ev nêzî dû mehane her roj serê sibê li gel neviyên xwe dez erdikevim, di nava bajarê hilweşandî de mîhên xwe xweyî dikim."

'Dayê Hacer hem bêrîvan hem jî şivan e'

Hacer a hem şivan hem jî bêrîvane got: "Ez bivî karê xwe gelek keyfxweşim. Em di nava xwezayê de mazin bûne. Cihê ku bêhna me lê tê jî xwezay e. Dewletê avahî, dar û xweza hemû şewitandiye. Ev şer ê qirêj derneketiba, em dê çûba gundê xwe û li wê mîhên xwe xweyîkiriba. Lê mixabin dewletê ew derfet ji bo me nehişt. Zozanên me li me qedexe dikin. Em li vir di nava kolanan de mîhên xwe diçerînin. Li vêderê pez xwedîkirin zore ne weke zozana ye.

(hk-db/zt)