Dayik: Dema em laçikên reş girêdin wê ti kes rehet ranezê
09:05
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED- Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin didome. Yuksel Karahan ya ji roja destpêka nnobetê de beşdar dibe got: “Ger em agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan negirin emê laçikên reş girêdin. Wateya vê girane. Divê baş bê fêmkirin. Em dayik dema reş girêdin, dema em agahî ji rêbertiya xwe negirin wê ti kes rehet ranezê. Me hîna jî dest ji laçikên xwe yên sipî bernedaye. "
Ji 5’ê Nîsana 2015’an de li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîda giran tê meşandin û piştî hewldanên darbeyê şûnde ev girantirbû. Gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Nobeta Azadiyê da destpêkirin û hîna didome. yên bi rêk û pêk tevlî çalakiyê dibin dayikên laçikên sipî dane serê xwe ne. Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Naîme Uruk got: “Em ji bo li dijî komujiyan derkevin her tim bi laçikên xwe yên spî li kolanan bûn. Îro li ser rêbertiya me lîstikek tê lîstin. Em van kesên polîtîkayên qirêj dikin jiyanê hişyar dikin. Tiştek bi Birêz Ocalan bê ti kes nekare li ber vê bisekine. Hêj ku rê nêze bila deriyên Îmraliyê vebin.”
‘Beyî rêbertî gelê Kurd nayê fikirîn’
Naîmeyê got ev salek zêdeye li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û got piştî darbeyê fikarên gelê Kurd zêdetir bûne û wiha got: “Bi taybetî jin ji jiyana Abdullah Ocalan bi fikarin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di têkoşînan jinan de rolek girîng lîstiye. Ji bo azadiya me jinan her tişt da ber me û em îro ti agahiyê ji wî nagirin. Îdeolojiya azadiya jinê tenê jinên kurd nahundirîne. Divê hemû jin rabin ser piyan. Beyî serokatî gelê Kurd nayê fikirîn.”
'Tema em laçikên reş girêdin kes nekare rehet razê’
Yuksek Karahan ya bi rêk û pêk tevlî çalakiyê dibe got divê demildest hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bên û got divê heyetek serbixwe biçe îmraliyê û lêkolînak bike. Yukselê got heta hevdîtin pêk neyê wê têkoşîna wan bidome û got: “Divê demildest jin daketin qadan. Li dijî daxwazên dayikan yên aştî û azadiyê her tim komkujî tê ferzkirin. Her ku me ku aştî wan got şer.wan got girtin. Em êdî ne Kurdên berê ne. Heta daxwazên me neyên cih em li qadane. Ger em agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan negirin emê laçikên reş girêdin. Wateya vê girane. Divê baş bê fêmkirin. Em dayik dema reş girêdin, dema em agahî ji rêbertiya xwe negirin wê ti kes rehet ranezê. Me hîna jî dest ji laçikên xwe yên sipî bernedaye. Ji ber vê jî divê demildest heyetek serbixwe biçe Îmraliyê”
Ji meclîsa Dayikên Aştiyê Hanim Atli jî got tecrîda liser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi polîtîkayên komkujiyê tên meşandin û got Ocalan bi dehan carî rayedarên dewleta Tirk hişyar kiriye û got ji ber hişyarî hat piştguhkirin hewldana darbeyê pêk hatiye. Hanimê di berdewamiya axaftina xwe de got ew ji jiyana Abdullah Ocalan bi fikarin û got hîna ku rê nêze bila ji şaşiyê vegerin.”
(hu)