Safiyeta Nisêbînê:Yekane rê berxwedane
09:07
JINHA
MÊRDÎN - Safiyeta Aglaman ku li Nisêbînê di êrîşên dewletê yê 134 rojî de mala xwe terk nekir, diyar kir ku 20 sal berê ji ber zextên dewletê ji gundê xwe koç kirine û got: “Nêzîkatiya Kurdan a li dijî Kurdan ti car neguherî. Ji ber wê ji berxwedanê wêdetir ti rê nîne.”
Safiyet Aglaman ya di êrîşên Nisêbînê de mala xwe terk nekir, got tevî hemû zextan wê mala xwe terk nekiriye, ne poşmane û wiha got: “Ger em derketibana wê mala me xera bikirana. Emê li kolanan bimana. Me mala xwe terk nekir.”
‘Me li ser agir xwarin çêdikir’
Safiyetê bi lêv kir ku bi hevjînê xwe re 5 mehan jiyana hepsê jiyaye û wiha got: “Ji dengê çekan me nedikarî serê xwe rakin. Bi şev xew tinebû. Me kes nedidît. Me carna ji bacê li cînarên xwe dinêrt. Şev û roj ji bo me wek hev bû. rojên zehmet bûn. Me xwarin û nanê xwe li agir çêdikir. Em li dijî êrîşan li malê xwe berxwe didan.”
‘Ji bilî berxwedanê rê tine’
Safiyetê got dora mala wan ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û got: “Tanqeq disekinî yeka din dest pê dikir. Ji her derê agir derdiket. Guleyên çekan ji her derê dihat. 20 sal berê jî dewletê li me wisa kir. Me koç kir. Niha jî bajaran hildiweşînin. Zextên li dijî Kurdan naguherin.”
(kom\hu)