Li bedena mirî îşkence!
09:09
Oyku Dîlara Keskîn / JINHA
STENBOL-A.T dema li bejahiya Gimgimê digeriya di encama bombebaranê de birîndar bû û tiştên ku jiya parêzer Eren Keskînê vegot. A.T bi birîndarî hat binçavkirin û rastî îşkenceya zayendî hat.
A.T di 2015’an de dema li bejahiya Gimgimê digeriya di encama bombebaranê de birîndar bû û tiştên ku jiya parêzer Eren Keskînê vegot. A.T bi birîndarî hat binçavkirin û rastî îşkenceya zayendî hat. Piştî tiştên jiyan hat girtin û şandin girtîgeha Jinan a Sîncanê. Parêzvana mafê mirovan parêzer Eren Keskînê parêzeriya A.T girt ser xwe û diyar kir ku rewşa hatiye jiyîn peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û Peymana Stenbolê binpê dike. Erenê wiha berdewma kir: “Piştî agahî ji bom in hat ez çûm Sînarê û min hevdîtin kir. Di 2015’an de li bejahiya Gimgimê bi cilên sivîl digere û di wê navberê de bombebaran destpê dike û ji bilî A.T du kesên din jî hebûne û yek direve û A.T ji pişta xwe birîndar dibe û yê din jî jiyana xwe ji dest dide.”
Li bedena mirî îşkence!
Erenê wiha berdewam kir: “A.T û kesê ji bombebaranê mir, di şikevtê de dimînin. Sibehê A.T bi birîndarî bi porê wê digirin û kaş dikin. kesê jiyana xwe ji dest dide jî bi ben tê girêdan û li pey wesayîtê tê kaşkirin. A.T jî tazî dikin û wêneyên wê dikişînin. Kesê jiyana xwe ji dest daye jî tazî dikin û dijûnan dikin. A.T bi tecawizê tehdîd dikin. dibêjin emê te bi vî halî bibin heta Muşê.”
Erenê di berdewamiyê de wiha got: “ Di wê navberê de leşkerek dibêj e bese ma em ne mirovin em çima wisa dikin. Piştre xwîna A.T zêde diçe. Amîrên TEM a Rihayê dibêjin we ev çima aniye, we bikuşta. Li ser vê dibin nexweşxaneyê. Doktor dibêjin divê li nexweşxanê bimîne. Lê polîs raporê îmze nakin. A.T tê derxistin û li TEM a Rihayê tazî tê îşkencekirin. Rewşa wê xirab dibe û li ser vê dibin nexweşxanê û ji wir jî dibin girtîgeha Muşê.”
Erenê da zanîn ku hemû îşkence li A.T tê kirin û got ew niha bi A.T re xwe amade dikin ku serlêdana sûc bikin.
(tm\hu)