Meclîsa Jinên Êzidî banga tevlîbûna konferansê kir
09:22
JINHA
ŞENGAL - Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî kêfxweşiya xwe li hember xwedî derketina li çalakiyên 3'ê Tebaxê anî ziman û banga tevlîbûna konferansa navneteweyî ya jinên êzidî kir.
Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê têkîldarê çalakiyên 3'ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin, "Di van rojên ku du sal di ser fremanê re derbas bûn de êşa me hê weke roja ewil teze ye. Hê jî xwîn ji birînên me diherike. Lê teseliya me ya herî mezin û di heman demê de hêviya me ew e ku di serî de jinên Şengalî, gelê Êzidî li dijî vê qirkirin û qirkirina jinê bi rêveberiyên xwe yên cewherî, bi parastina xwe ya cewherî bûn bersiv. Îro Çiyayê Şengalê, weke îfadeya îradeya hevpar, bûye navenda meclîsên gel û jinan û yekîneyên parastina xwe bi xwe ya rêveberiya cewherî ya gelê Êzidî."
Daxuyaniya Meclîsa Jinên Êzidî bi vî aweyî berdewam dike; "Her wiha me di berxwedana gelê Êzidî ya di esasê rêveberiya xwe bi xwe û parastina cewherî de dît ku gelek dost hene ku destekê didin têkoşîna civaka me ya Êzidî. Ev jî dihêle ku têkoşîna me hîn xurt û bi biryar be. Bi taybetî di salvegera duyem a Fermanê de destek û piştgiriyên tevgera jinê gelek girîng bûn. Weke Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê, beriya salvegera Fermanê, di metna bangewaziyê ya me bi taybetî ji bo hemû tevgerên jinan dayî de bangewazî kiribû ku roja 3'yê Tebaxê bibe "Roja çalakiyê ya navneteweyî ya li dijî qirkirina jinê û qirkirinan!"
Di serî de Kurdistan, gelek tevgerên jinê, sazî û rêxistinên jinan ên navneteweyî îlan kirin ku destekê didin vê bangewaziyê. 5'ê Tebaxê, li gelek qadan, jinan bi çalakiyan bersiv dan vê bangewaziya me. Her wiha di serî de ji bo jinan, em spasiya xwe ji bo hemû raya giştî ya demokratîk ya di salvegera Fermanê de ji bo piştgiriyê çalakiyan li dar xistin pêşkêş dikin.
Bi vî ruhê hevgirtinê û zemîna ku bi piştgiriya jinên Êzidî re derket holê, zemîneke ji bo konferanseke navneteweyî ya jinên Êzidî bê lidarxistin pêş ketiye. Ji bo konferanseke wiha jî em bangewaziyê dikin. Em bawer dikin ku wê derdorên jinan hestiyar nêzî xebateke wiha jî bibin û xwe berpirsiyar bibînin. Dîsa em daxuyaniyên Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon ku ji bo salvegera Fermanê dabû jî girîng dibînin. Em hêvî dikin ku di serî de Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî wê di mijareke wiha de xebatên pêwîst bikin ku em ê bişopînin.
Em hewldana jinên ku ji bo piştgiriyê bidin jinên Êzidî ji Başûrê Kurdistanê xwestine werin Şengalê jî gelek hêja û bi wate dibînin. Di salvegera Fermanê de ku hê birînên me xwîn diherikin de destekek wiha hêz û moraleke mezin da me. Me careke din dît ku êşên me çiqas bên parvekirin ew qas kêm dibin. Lê hêzên desthilatdar, careke din hevgirtin û piştgiriya jinê ji bo sîstema xwe ya qirêj a bi aqlê mêrê serdest weke xeterî dîtin û vê hevdîtina bi wate asteng kirin. Weke par, jinan di seytereyan de dan sekinandin. Astengiyên wiha wê tu carî hevgirtin û biryardariya me kêm nekin.
Em careke din diyar dikin ku; ji bo me jinên Êzidî, di rojeke wiha êşa wê bêtarîf de, ji bo di serî de jinan û hemû beşên bi meş, çalakî û daxuyaniyên xwe ji bo êşa me veguhere hêvî, rêxistinî û berxwedanê piştigiriyê û hêzê dane me, em spasiyên xwe pêşkêş dikin. Em weke jinên Êzidî yên Şengalî ji bo jinên din jî êş nekşînin, em soz didin ku em ê xwe rêxistin bikin û hêrsa xwe veguherînin tolhildan û berxwedanê. "
(kom/rc)