Li Nisêbînê xirakirin berdewam dike
12:32
Tebax
6
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN- Li gel ku li Nisêbînê ‘Qedexeya derketina derve’ nivî rabû, li 6 taxên ku berxwedan lê heyî, bi têlan dorpêç kirin û xirakirina taxan berdewam dike.
Piştî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ‘Qedexeya derketina derve’ nivî rabû, niha jî hêzên dewletê taxan bi têlan dorpêç dikin û li 6 taxên ku malên saxlem jî têde heyî, li taxa Kanîka xirakirin berdewam dikin. Piştî xebatên xirakirinê ketin dewrê ersên vala derdikevin berçavan. Makîneyên kar malên saxlem jî xira dikin. Kavilên xaniyan jî li pişta telên taxa Kişla li ser rêya Hesinî tên valakirin
(kom/dt-hu)