Li Mînbîcê roja bi tevger

13:52

JINHA

MINBIC – Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê, duh li eniya rojhilat ji 5 milî ve bi şev û roj pêngav dandestpêkirin û bi pêşketinê re taxa Alavî ya bajar azad kirin. Gelê ji çeteyên DAIŞ’ê xilas bû, hezkirineke mezin nîşanê şervanên meclîsê dan û pevçûnên li taxê bê navber berdewam dike.

Şervanên meclîsê duh ji bo azadkirina taxa Alavî ketin rê û seranserê rojê piştî pevçûnên hatin jiyîn tax azad kirin. Di vê navberê de tuneleke aydê çeteyên DAIŞ’ê jî hat îmhakirin. Pevçûn bi taybet li Lîseya Baas û Fabrîkaya Nan zêde bûn û piştî vê gelek endamên çeteyan hatin kuştin û dîsa wek her tim bi rûyê xwe yê kujer derket pêşberî gel.

Demên zehmet yên gel

Li Taxa Alavî em bûn şahidê demên zehmet yên gel. Extiyar, nexweş û zarokên xwestin ji taxê derkevin, rastî gulebarana çeteyan hatin û di tunelên ku şervanên meclîsê vekiribûn derbas bûn. Di vê navberê de Mînbîciyên ku zarokên xwe derxistin gotin: “Hatin em wêran kirin. Em birçî, tî hişin. Malên me şewitandin. Em kuştin. Niha jî hemû xaniyên me mayîn xistine binî.” Rûyê DAIŞ’ê yê rast dîsa derket holê. Piştî ku dîsa çekên DAIŞ’ê ketin dewrê şervanên meclîsê heta ewlehiya gel pêk anîn bi çeteyan re ketin pevçûnan.

Kêfa gel

Bi dehan extiyaran hezkirinen mezin nîşanê şervanên meclîsa Bînbîcê da. Yasînê Kobanî ku 37 sal berê ji bo xebatê hat Mînbîcê, bi rondikên çavan şervan pêşwazî kir. Kalê Yasîn got: “Zarokên me hatin. Çok şukur mine w dîtin.” Kalê Yasîn û bi dehan extiyar di bin refakata şervanan de hatin veguhestin.”

DAIŞ’ê mal şewitandin

Çeteyên DAIŞ’ê taknîkek din pêk anîn û xanî şewitandin. Çete hem ji bo balê belav bikin û hem jî tevgerê kamufle bikin bi dehan xanî şewitandin.
Pevçûn didomin.

(dy/hu)