Dayik û keça xwe DAIŞ vegot: Tirs
09:03
Denîz Yeşîlyurt/JINHA
MINBIC – DAIŞ li qadên ku dagir kir bi pêkanînên dij mirovahiyê psîkolojiya tirsê li gel afirand. Hêrsa li dijî çeteyê DAIŞ’ê wê ti car nekeve, wekê Gulden û keça wê Cevahîrê. Gulden û Cevahîrê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê nabêje zarok û extiyar hemû kesî qetil dike û got piştî şervanên meclîsê gundê wan rizgar kirine jiyanek azad dijîn û tenê daxwaza wan eve ku DAIŞ ji cîhanê bê paqijkirin.
Ji bo azadkirina Mînbîcê di 1’ê Hezîranê de ‘Pêngava Fermandar Şehîd Faysal Ebu Leyla’ hat detpêkirin û di çarçoveya vê de li dijî DAIŞ’ê operasyon didomin û li aliyê din jî gelê sivîl di qadên bi ewle de tên derbas kirin. Gelê ji DAIŞ’ê xilas bû azadkirina Mînbîcê bi kelecan dipên. Em jî hest û nêrînên gel digirin. Em mîkrofona xwe dirêjî dayik û keçeka wê ya ji gundê Kuçuk Osenje ku ji gelê Ereb pêk tê û di 12’ê Hezîranê hatiye azad kirinê.
'Pir kes qetil kirin’
Dayika 9 zarokan Gulden 12 sal berê tê zewidacandin û li gundê Osejle bi cih dibe. Gulden 3 salan di bin zilma DAIŞ’ê de dijî û got: “Sê sal berê jiyanek meya xweş hebû. Xeyalên min hebûn. Min ji bo zarokên xwe xeyal dikir. Hevjînê min ji bo kar diçû derve. Hemû bar diket ser milê min. DAIŞ’ê gundê me dagir kir, jiyana me serobino bû. Ji gelek kesî re gotin ti kafirî û qetil kirin. Nan biha kirin. Mirov ji nava dewlemendiyê ketin nava xizaniyê.”
'Azadiya me ji destê me girtin’
Guldenê da zanîn ku çete ji bo tirsê pêk bînin zarok, extiyar her kes qetil kirine û got: “Şervanên meclîsê gundê me xilas kir. Em pir kêfxweş bûn. Ji ber ku em ji çeteyan xilas bûn. Em ji zilma wan xilas bûn lê êşa me hîna heye. Azadiya me, jiyan ame ji destê me hat girtin. Jiyana cehnemê b ime dan jiyîn. Tirsa wan afirand hîna heye. Ti eleqeya van bi mislimantiyê tine. Yên zilmê li mirovan bikin dibin misliman. Min dixwest zarokên xwe bidim xwendin lê piştî çete hatin min nedikarî. Birayê hevjînê min sê roj berê qetil kirin.”
'Cilên reş û tirs hebû’
Çeteyên DAIŞ’ê ji bo psîkolojiya tirsê biafirînin zarokekî 9 salî ji ber dijûn kiriye hat qetilkirin. Zarok hemû ditirsîn û wek keça Guldenê ya 12 salî Cevahîrê. Cevahîr piştî hatiye qada bi ewle bi qasî ku serê veke ne, lê çarşefa reş avêtiye. Cevahîrê got dema DAIŞ’ê gundê wan dagir kiriye 3 salan ji mala xwe dernekeetiye û got: “Di dema DAIŞ’ê de çarşefên reş û tirs hebû. Bi zorê çarşef li me kirin. Em niha azadin. Ez dixwazim hemû cihan ji vî çeteyî rizgar bibe.”
(hu)