Çavên Amine di kolanên Êlihê dene
13:56
JINHA
ÊLIH – Wêneyên amine Demirtaş a 17 salî ku ji aliyê birayê xwe ve bi îskencê hatî qetilkirin bi peyama “Min ji bîrnekin” di bilbordên Êlihê dene.
Ji bo Amine Demirtaş a ku di 2 yê tebaxê de ji aliyê birayê xwe ve bi îskencê hatî qetilkirin jin li tevahiya bajêr li ser piyanin. Meclisa Jinên Şaredariya Êlihê ji bo şermezarkirina qetilkirina Amine û ji bo ti komkujiyên din ên jinan neyên jiyandin 3 rojan dê di nava çalakiyan debin. Dê di 9’ê tebaxê de jin li Mala Gel a Ahmet Kaya kombibin û heya ber derê mala wê bimeşin. Di 11’ê tebaxê de jî dê bi tevlîbûna saziyên sivî li ber Salona Sinemayê ya Yilmaz Guney daxuyanî bidin çapemaniyê.
Ji bo qetilkirina Amine û li kember komkujiyên jinan hişmendikirina gel Meclisa Jinan li parkan û di nava otobusan de afiş daleqandin. Her wiha ji bo Amine û jinên ji aliyê mêran ve hatîn qetilkirin ji aliyê Kongreya Jinên Azad (KJA), Kongreya Civaka Demokratik (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratika Gelan (HDP) û Meclisa Jinên Êlihê ve li kolanan afiş hatin daleqandin. Di afişên bilborên nava bajêr de nivîsên weke “Ez Amine Demirtaş. Ji aliyê malbata xwe ve bi îskencê hatim qetilkirin. Min jibîrnekin!” hatiye nivîsin.
(zt)