Aktivista jinan a girtî piştî 3 mehan karî malbata xwe bibîne

15:26

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Aktivista jinan Efsane Beyazidî bi hinceta alikariya partiyekê kiriye 3 mehin li navenda îstihbarata Urmiyê têgirtin. Piştî 3 mehan tenê 15 deqe destur da Efsane malbata xwe bibîne.

Li gor rapora Navenda Mafê Mirovan a Rojilatê Kurdistanê, çalakvana bajarê Bokan a ser bi Urmiyê, Efsane Bayezîdî nêzî 3 mehin li navenda Îstixbarata bajarê Urmiyê di bin çavan de ye. Piştî 3 mehan malbata Efsane bi telefonê li ser rewşa wê tên agahdarkirin. Li gor rapoara Mafê Mirovan tenê destûr hatiye dayîn ku dayika wê ji bo 15 deqeyan keça xwe bibîne.

Hêzên Îstihbarata Îranê roja 24’ê Nîsanê bê ku ti belgeyekî nîşan bidin, avêtin ser mala Efsane û ew kirin bin çavan. Tê gotin ku Efsane Bayezîdî di roja 24’ê Çileya 2015’an de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Muhabadê ve du sal cezayê zîndanê jê re hat dayîn. Lê paşê ev ceza şikiya û ew hat azadkirin. Her wiha çalakvana jin, Efsane di sala 2013’an de jî carekî hatibû girtin lê belê bi kefaleta 100 milyon tûmenî hatibû berdan.

(zt)