KJA ya Sêrtê starta kampanya xwe dan
15:45
JINHA
SÊRT- Koordinasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Sêrtê starta kampanya ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwediderdikevim” da.
Girêdayî kampanya ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwediderdikevim” a ku ji aliyê KJA yê ve hatî despêkirin de, têkela KJA ya Sêrtê li navenda HDP’ê civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de banga tevlîbûna kampanya ya bi navê “Her warek welatek” a ji bo avakirina deverên rêveberiya cewherî jî hat kirin. Di civîna çapemeniyê de Endama Koordinasyona navendê Ozlem Yilmaz Kurtay got: “Sedema qaosa heyî ji ber ku AKP projeya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan a Komara Demokratik napejirîneye.”
Ozlem destnîşan kir ku piştî hewilên darbeyê metirsiyên gel di derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de zêdebûne û wiha domand: “Ji bo ku ev metirsiyên me derbasbibin, divê bilez yan Heyeta Îmralî yan ji heyetek bê alî biçin Îmralî û di derbarê rewşa Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan de agahi bi raya giştî re par bikin.”
Ozlem bilêv kir ku dê jinên li hember politikayên îmha û înkarê axa xwe neterikandin û li ber xwe dan ji bîr nekin û wiha dom kir: “Ji bo avakirina herêmên parastina cewherî kampanya ya ‘Her warek welatek’ hatiye despêkirin. Divê weke jin em li her qadê zêdetir li vê kampanyayê xwedi derkevin. Em bang li hemu jinan dikin ku hin zêdetir bi baldarî tevbigerin.”
(zt)