Efrînê bi yek dengî got: Bê Serok jiyan nabe
17:09
JINHA
EFRÎN - Li navend û navçeyên Efrîn bi hezaran welatî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşa bi pêşengiya ciwanan hat kirin de bi yek dengî gotin: Bê Serok jiyan nabe.
Navenda Efrînê
Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi hezaran ciwanên Efrînê li navenda Kantona Efrînê meşiyan. Meşa ciwanan li navenda ciwanên Rojava ve dest pê kir, di otostrada rojava û çerxerêya Newroz re derbas bû û di rêya Raco re heya qada şehîdan meşiyan. Ciwanan di meşê de, posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn û dirûşmeyên “bijî berxwedana Îmraliyê” , “Bê Serok, jiyan nabe” qîr kirin. Dema ciwan gihiştin qada şehîdan, Endamê Rêveberêya Yekîtiya Ciwanên Rojava Harûn Diyar axivî û tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd şermezar kir û wiha axivî:” Heta Ocalan di girtîgeha dewleta Tirk de be, ti azad û ti jiyan nîne.”
Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mihemed Qere Man da zanîn ku dewleta Tirk bi siyasteya xwe ya faşîst bi tecrîda li ser Rêberê gelê kurd, dixwaze gelên herêmê ji nirxên aşitî, mirovî û ramanên Rêbertiyê bê par bihêle û ev tişt got:” tecrîda li ser Rêberê gelê kurd, tecrîda li ser tevahî gelê herêmê ye. Divê her kes ji bo azadiya Ocalan, dakevin qadan.”
Navçeya Şêrawa
Bi sedan şêniyên navçeya Şêrewa ji bo azadiya Ocalan meşek li dar xistin. meşvan ji gundê Gîmar heta gundê Birad 5 km meşiyan. Meşvanan alên YPG/YPJ?ê, TEV-DEM?ê, PYD?ê û wêneyên Rêberê gelê kurd, hildan. Her wiha pankartên “jin, ji bo Ocalan her di çalakiyan de ne”, “Azadiya Ocalan misogerêya aşitiya Rojhilata Navîn e”, ”Dîlgirtina Serok dîlgirtina tevahî mirovahiyê ye” vekirin. Dema meşvan gihiştin gundê Birad, Serokê Desteya Parastinê ya Kantonê Ebdo Îbrahîm axivî girîngiyia domandina rêzeçalakiyan heta azadkirina Rêberê gelê Kurd wiha vegot: ”PDK?ê siyasteke qirêj li ser Rêberê gelê Kurd dide meşandin. Ev siyastek ti carî vîna gelê Kurd têk nabe. Divê em her li pişta serok bin, heta wî azad bikin.”
Piştre hevseroka TEV-DEM?ê Daliya Henan axivî û destnîşan kir ku tecrîda li Rêberê gelê kurd, sûcekî mirovî ye û ev tişt got:” Dîlgirtina serok û fîlozofekî wekî Rêberê gelê kurd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê sûcdar bêne cezakirin.”
Navçeya Şiyê
Li navçeya Şiyê dayîkê aşitiyê û Endamên Kongra Star mitînga xwe ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi dawî kirin. Meşa ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê ji qada 19?ê Tîrmehê dest pê kir, li kolanên navçeyê geriya, di qada Şehîd Rênas û otostradê re derbas bû. Bi hezaran şêniyên navçeyên beşdarî meşê bûn, alên kurdî hildabûn. Dayîkên aşitiyê jî cilên bi rengê ripî li xwe kiribûn û destên xwe kelebçe kiribûn. Meşvanan bi dirûşmeyan tecîrda li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, şermezar kirin û berxwendana li zindana Îmraliyê silav kirin.
Di dawiya meşê de, Kongra Star û Saziya Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser êRêberê gelê kurd, daxuyanî dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku zextê li ser hikûmeta Tirk bike tecrîda Rêberê gelê Kurd rake, her wiha bang li gelê Kurd kirin ku asta têkoşîna xwe ji azadiya Rêberê xwe, bilind bikin.
Meş li pêşiya navenda TEV-DEM?ê dawîbû.
(kom/zt)