Nobeta piştevaniya Ozgur Gundemê bidawîbû
18:01
JINHA
STENBOL - Rojnameya Ozgur Gundemê Kampanya "Nobeta Gerînendeya Giştî" îro bi dawuyaniyekê bi dawî kir. Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya, peyvira Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê danî ser milê xwe û diyar kir ku piştevaniya nobedariyê gihiştiye armanca xwe. Zana, anî ziman ku gefên li ser çapemeniyê hêj berdewam dikin û ji ber vê yekê dê kampanyayê bi piştevaniyek hîn xurttir bi rêbaz û şemalên din berdewam bikin.
Rojnameya Ozgur Gundemê Kampanya "Nobeta Gerînendeya Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku di 3'ê Gulanê de dabû destpêkirin îro bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê ku nobet di Roja Çapemeniya Cîhanê de hat despêkirin piştî roja 100'emîn bi dawî kirin. Piştî 100 rojnameger, rewşenbir, akademisyen û siyasetmedar tev li Nobeta Gerînendeya Giştî ya Gundemê bûn, peyvira Gerînendeya Giştî Edîtorê rojnameyê Zana Kaya da ser milê xwe.
Zana diyar kir ku piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an pêvajoya çareseriyê hat xerakirin û şer hat destpêkirin. Zana, anî ziman ku piştî pêvajoya şer hat destpêkirin û şûnde tundiya li ser çapemeniyê jî zêde bû û wiha got: "Lê li dijî van zextan Çapemeniya azad piştevanî û têkoşîna xwe berdewam kir. Ya nerî zêde nûnertiya Çapemeniya Azad kir Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de herî zêde em rastî zextan hatin. Gerinendeyên me gelek caran rastî gefên dijwar hatin. Çapemeniya azad ji salên 90'an heta niha ji bo heqîqetê têkoşîna xwe berdewam dike. Ji bo heqîq bê veşartin li ser çapemeniya azad zext zêde kirin.”
Zana, anî ziman ku kampanya rastî eleqeyek mezin hat, lêpiştî xwedîderketin zêde bû û mezin bû êrîşkar xistin nava telaşê û got: “Ji bo piştevaniyê bişkînin 3 Gerînendayên Giştî yên Nobedar girtin. Lê girtinê jî nekarîbû piştevanî û hevkariyê bişkîne. Bêtir hevkarî û piştevanî xurt kir. Ji ber xwedîderketinek xurt û piştevaniyê 3 gerinendeyên nobedar dîsa berdan.”
Zana, da zanîn ku ev parvekirin, piştevanî û xwedîderketi dê di demên cuda, li cihên cuda û bi rêbazên cuda berdewam bike. Zana, bilêv kir ku kampanya wan gihiştiye armanca xwe û ew piştî roja 100'an dawî li kampanyayê tînin. Zana, bilêv kir ku çapemeniya azad dengê rastî û heqîqetê yê Tirkiyeyê ye û dê her dem civaka Tirkiye ronî bike.
Zana, herî dawî destnîşan kir ku Rojnameya Ozgur Gundemê çavkaniya xwe ji civakê digire û wiha got: "Ji ber vê yekê her kes xwedî peyvir e ku Rojnameyê biparêzin û li Rojnameyê xwedî derkevin. Em dê ji niha û şûnde bi kampanyayên bi hêztir têkoşîna xwe berdewam bikin. Dê hêza xwe ji gelên Tirkiye bigire û ji bo demokratîkbûna Tirkiye bi hemû hêza xwe têkoşîna şopandina heqîqet û rastiyê berdewam bike.”
(zt)