Bi çekan nûçegihanên JINHA û DİHA yê tehdîd kirin

18:15

JINHA

COLEMÊRG – Nûçegihanên me Dîlan Babat û Hatice Kaya li gel Nûçegihanê DİHA yê Îdrîs Yilmaz dema ku li Geverê nûçe dişopandin ji aliyê tîmên tayîbet ve hatin sekinandin, tehdîd kirin paşê jî çek derxistin û tehdîd kirin.

Nûçegihanên me Dîlan Babat û Hatice Kaya li gel Nûçegihanê DİHA yê Îdrîs Yilmaz dema ku li “Şehîdgiha Taxa Orman” ê ya Gevera Colemêrgê nûçe dişopandin bi hinceta “Li herêmên qedexe kêşanê dikin” ji aliyê tîmên tayîbet ve hatin sekinandin û venêrîna GBT kirin. 3 wesayîtên zirxî dora nûçegihanan girtin, ew tehdîd kirin û ji herêmê dur xistin.

Bi çekan tehdîd kirin

Polîsên tîmên tayîbet çek nîşanî nûçegihanê DİHA yê Îdrîs dan û gotin: “Ev 3 rojin tu gelek li ber çavanê. Dema ku carekdin tu bixwiyê dê ne baş bibe. Ev qartên çapemeniyê ne derbasdarin. Herin Şemzînan li wê kêşanê bikin. Em ê paşê te bibînin. Ewê bilindê bi berçavk li gel te kanê li ku ye?


Bêmafî li dayîk û bavê Suleyman ê ku di komkujiya Pirsusê de jiyana xwe ji dest dayî jî kirin

Polîsên tîmên tayîbet bêmafî û tehdîd li dayik û bavê mamostayê înglîzî Suleyman Aksu yê ku di komkujiya Pirsusê de jiyana xwe jidest dayî Kudret û Ramazan Aksu jî kirin û gotin: “Ji ber wê gelek hevalên min mirin. Hun êdî paş li ser mezar ranekin. Dema ku hun rakin emê goristanê xirabikin.”


(kom/zt)